PoliticsTop

Di civîna, ku di 1’ê Hezîranê de li Qîşinewê wê bê derbaskirin, îmzekirina peymana aştiyê cih nagire: Wezareta Karên Derve

Gotûbêjên li ser aştiya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de wê di hevdîtina, ku di 1’ê Hezîranê de li Qîşinewê di çrçoveya Civaka Siyasî ya Ewropayê de pêk were û piştî wê dewam bike: îmzekirina peymana navborî di rojeva civînê de cih nagre.

Berdevka çapemenîyê ya Wezareta Karên Derve Anî Badalyan bersiva daxuyaniya Balyoza Azerbaycanê ya li Fransayê Leyla Abdullayeva da, ku gotibû Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dikarin di 1ê Hezîranê de di Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê ya li Moldovayê da peymana aştiyê îmze bikin.

“Gotûbêjên li ser çareserkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê û bi taybetî jî li ser peymana “Damezrandina aştî û têkiliyên navbera dewletan” berdewam dikin. Weke ku me gelek caran behs kiriye, dema ku mijarên sereke bên çareserkirin, aliyê Ermenîstanê wê amade be, ku peymanê îmze bike. Em di wê baweriyê de ne, ku gotûbêjên li ser wan wê di dema û piştî civîna, ku di çarçoveya Civata Siyasî ya Ewropayê de li Qîşinewê di 1ê Hezîranê de tê plankirin, berdewam bike. Îmzekirina peymana navborî di rojeva civînê de cih nagre.” Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê ragihand.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button