PoliticsTop

T’emesûka 9-ê meha  çirîya paþinda derheqa her t’enê sivderekêda  tê xeverdanê, û ew sivdera Laçînêye: P’aþînyan li E’lîêv veger’and

Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE wexta r’ûniþtina þêwra YAAM-ye herebilinde bi t’eþkîlê berfirebûyî e’lamkir-  bi paþdaveger’andina li gotina sedrê Adrbêcanêye wa gotî “Sivdera Laçînê”.

         “Sedrê Adrbêcanê k’êlma xweda fikir da xevatê, k’îjan van salê xilazîyê sernivîsara t’emsîlkirina de’wa t’opraxa miqabilî Ermenîstîanê qölixdike. Ew goveka mîaserkirina nöxta 9-a ya e’lametîya 9-ê meha çirîya paþin tê xevtandinê. Ez dixwzim binxetkim, wekî wê e’lametîyêda derheqa her t’enê sivderekêda tê xeverdanê, û ew sivdera Laçînêye, k’îjan gere bin qolê e’dlayîp’arêzê ûr’isada bûya, lê, h’eyf, bêqanûnî hindava Adrbêcanêda qedexedadayîye”,- P’aþînyan got.

         Serekwezîrê Ermenîstanê da bawerkirinê- alîyê ermenî hazire neh’îyêda t’emamîya p’evgirêdanê malhebûnîyê û transportîyê veke. Ewî da k’ivþê, wekî Ermenîstan bona p’evgirêdana neh’îyê hazire- goveka sûvêrênî û heqê welatada, t’opraxa k’îjanîva ew derbazdivin.

         Vladmîr Pûtînê sedrê T’Û jî t’exmînkir- þert têne e’frandinê- angorî p’evk’etinê hila hê sala 1991-ê p’eydakirî seva naskirina sînora,  ew þert gömanê didin bawerkin, wekî navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda wê îht’îmalve bigihîjne þertne’ma angor- nav wê hejmarê isa jî p’evgirêdanê eleqetava girêdayî.

         “Em îro wexta r’asthatina sêalî, bi t’exmîna min, dikarin wî h’emûþkî e’ne’nekin”,- Pûtîn got.

         Sedrê Ûr’isêtê göman e’lamkirn, wekî wê îht’îmalve derheqa wê yekêda p’evk’evin, çi aþkela ij k’ara çawa Ermenîstanê, isa jî Adrbêcanê, û t’emamîya neh’îyêye malhebûnîyê diher’ike. Ewî göman e’lamkir wekî wexta r’asthatina sêalî ewê hûrgilî wê e’ne’nekin.

         Sedrê Ûr’isêtê göman e’lamkir, wekî wê îht’îmalve derheqa wê yekêda p’evk’evin, k’îjan aþkela ij k’ara pêþdaçûyîna çawa Ermenîstanê, isa jî Adrbêcanê, t’emamîya neh’îyêye malhebûnîyê diher’ike. Ewî göman e’lamkir, wekî wexta r’asthatina sêalî ewê hûrgilî wê e’ne’nekin.

         Sedrê Adrbêcanê jî sirîya xweda da bawerkirinê, wekî de’wa wane t’opraxêye  nisbetî Ermenîstanê t’ine. Bi xeverdana derheqa fikra xweye “sivdere” xevitandî- E’lîêv got: “Navê sivder t’ö cûr’eyî h’esavnave destdirêjayî nisbetî yekî. Ew têrmîna ort’emiletîyêye”.

         E’lîêv serda zêdekir, wekî “meriv, ê kö têrmînnasîya ort’emiltîyêr’a nasin, me’na isa wê nedana wê yekê, wekî serekwezîrê Ermenîstanê didê”.

         Nîkol P’aþînyan jî dengveda: “T’emamîya wan meriva, ê kö e’lametîya 9-ê meha çirîya paþine sêalîr’a nasin, zanin, wê e’lametîyêda her t’enê delîvek heye- ya xevitandina xevera  sivder. Wê h’emtêk’stêda me’na xeverêye mexsûs heye, û ew derheqa sivdera Laçînêdaye, k’îjanê ez diwek’ilînim- angorî hevr’aqayîlîya sêalî- gere bin qolê T’Û-dave û p’evgirêdana navbera QÇ’ û Ermenîstanêda ewleke”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button