CultureTop

Sala 2023-a Ermenîstanêda cêrge mihrîcanê seyramîþbûnê wê bêne derbazkirinê

Dîlîcanêda 17-18-ê meha h’ezîranê mihrîcana ermenî-görcaye medenyetî û aspêjîyê wê bê derbazkirinê, isa jî lecê biqewime. Derheqa  vê yekêda Sêdrak Mamûlyanê serk’arê t’eþkîleta “Pêþdabirin û xweykirina e’detê aspêjîya ermenî»-ye civakî e’lamkir.

         Ewî þirovekir, wekî govekê kêrêda isa jî sazbendî û þöxölê h’önermendîya herdö mileta wê t’emsîlvin. ”T’êma mihrîcanê wê fîlma “Mîmîno”-ve. Ew p’êþk’êþî bîranîna Vaxt’ang Kîkabîzêyê dilqeçîyê görc kirîye”,- Mamûlyan da k’ivþê.

         Bi gilîyê wî- mihrîcana dinê dikare T’êlavîya görcada bê derbiazkirinê. Mihrîcanê p’êþk’êþî Mhêr Mkrtçyanê dilqçîyê ermenî kirîve.

         “Meha t’ebaxê t’ev alîyê îranî tê têr’adîtinê cara döda e’yda Navasardê bidine k’ivþê. Sîasîya aspêjîyê destpêdive, “Sivdera Þimal-Ce’nûbe aspêjîyêye” xweþivêt tê e’frandinê”,- ewî serda zêdekir.

         Alla Hovhannîsyanê, ya kö mihrîcana “pezbir’înê” ösûldike, sirîya xweda e’lamkir, wekî mihrîcana 7-a îsal 10-ê meha h’ezîranê göndê merza Syûnîk’êyî Xotêda wê bê derbazkirinê. “Par govekê mihrîcanêda weke 4 h’ezar tûrîst li merzê qesidîne, 30%-ê k’îjana tûrîstê ecnebîbûn. Îsal em ç’e’vnihêr’î hatina tûrîstaye mezinin”,- ewî e’lamkir.

         Anî Davt’yana serk’ara berne’mê sandoqa “Daxöliqandina Tat’êvê” sirîya xweda serda zêdekir, wekî 24-25-ê meha h’ezîranê hinda dêra Tat’êvê mihrîcana derheqa t’arîx û lêgêndê merza Syûnîkxê wê biqewime.

         Sîsîan Pog’osyanê sedrê komîtêa CE-ye seyremîþbûnê serda zêdekir, wekî 27-28-ê meha gölanê merk’eza R’ewanêda r’ex Vêrnîsajêda p’êþangeyê bê derbazkirinê- ya p’êþk’êþî tûrîzma höndör’ kirî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button