All NewsTop

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê û Wezîrê Karên Ewropî yê Îngilîstanê li ser pirsên ewlekarî û stabîlkirina herêmê gotûbêj kirine

Di 23’ê Gulanê de Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan bi Wezîrê Karên Ewropayê yê Îngilîstanê Lêo Dokêrtî re hevdîtin pêk anîne.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser pirsên ewlekarî û aramiya navçeyê gotûbêj kirine. Di vê hevdîtinê da Armên Grîgoryan bal kişand ser hewldanên Ermenîstanê yên ji bo demokratîkbûyînê yên ji bo ewlekarî.

Hevpeyvîn bal kişandin ser dînamîkên erênî yên geşepêdana peywendiyên navbera Ermenistan û Brîtanyayê û li ser berfirehkirina rojeva peywendiyên dualî û  nêrînên xwe danustandine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button