All NewsTop

Opozîsyon piştî daxuyaniya Serokwezîr Nîkol Paşînyan xwe amade dike ku qonaxeke nû ya têkoşînê bide destpêkirinê

Parlamenterê Fraksiyona “Ermenistan” Îşxan Saghatêlyan ragihand ku opozîsyon bi gotina Serokwezîr Nîkol Paşînyan ya ku dibêje Ermenistan amade ye yekparçeyiya axa Azerbaycanê ya 86,6 hezar kîlometre çargoşe, ku Qerebaxa Çiya jî di nav de ye, nas bike, qebûl nake. Saghatelyan anî ziman ku opozîsyon dê heta dawiyê li berê xwe bide.

“Hemû welatiyên Ermenîstanê, hêzên siyasî tenê 5-6 meh mane. Em ê vê rewşê qebûl nekin, serî netewînin, em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin.” – Saghatêlyan gotîe

Li gorî wî, wezîfeya opozîsyonê ew e ku li Ermenîstanê û li dîasporayê bi hêz û hêzeke nû berxwedaneke gel pêk bîne, welatiyên Komara Ermenîstanê ji bo bêîteatiya girseyî ya gel amade bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button