
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATOyê yê li Kafkasya Başûr û Asyaya Navîn Xavîêr Kolomîna qebûl kirîe.
Di hevdîtinê de pirsên hevkarî û hevkariya Ermenistan-NATO hatin gotûbêjkirinê.
Her wiha behsa rewşa sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, xêzkirina sînorê navbera Ermenistan û Azerbaycanê û dabînkirina ewlekarî û aramiya sînor, rewşa derdora Qerebaxê û bi taybetî jî krîza mirovî ya ku ji ber blokirina neqanûnî ya Laçînê li Qerebaxê çêbûye ji alîê Azerbaycanêva hatîe kirinê. Danaîna mekanîzmaya diyaloga navneteweyî ya di navbera Bakû û Stêpanakêrtê de û pirsên dinê.