
Di 23ê Gulanê de Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATO yê ji bo Kafkasya û Asya Navîn Xavîêr Kolomîna kirîe.
Hevpeyvînê da li ser pirsên hevkariya Ermenistan-NATO axivîne. Wan pirsên girêdayî ewlekarî û aramiyê li Kafkasya Başûr gotûbêj kirine.
Ararat Mîrzoyan nîqaşên dawî yên pirsên muzakereyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, nêrîna aliyên Ermenî ya li ser pirsên sereke pêşkêş kirîe. Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser wê yekê ku Azerbaycan dev ji siyasetên êrîşker û kiryarên provokatîf berde, ku ev yek ji bo pêşketina danûstandinan faktoreke girîng e.