PoliticsTop

Paşînyan polîtîkaya înformasyonê ya li dijî Ermenîstanê ya televîzyonên Rûsyayê şîrove kir

Hedefkirina welat, gel, dewlet pêvajoyeke pir ne xweş e. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di 22ê Gulanê de bi hevdîtinek bi rojnamevanan re pêk anîbû.

Wî eşkere kir ku ev mijar bi rêkûpêk bi hevkarên Rûsî re tê gotûbêj kirin. “Ji me re gotin, ku medyaya Rûsî azad e û rê li ber sînorkirina azadiya wan nayê danîn. Me ev helwest girtiye ber çavan. Ev nayê wê wateyê, ku em di vî warî de xebatên xwe nadomînin:” Paşînyan got.

Li gorî wî, rayedarên Ermenîstanê di torên civakî û medyayê de têne rexne kirin, ku çima hukûmet xwe dike ku guh nade wan nirxandian û destûrê dide, ku propaganda li dijî Ermenîstanê di multipleksa neteweyî de, yanî li ser hesabê bacgirên ermenî were kirin.

Wî destnîşan kir ku zextên welatiyan li ser hikûmeta Ermenîstanê zêde dibin. “Rûsya jî mijarên bi vî rengî tîne ziman û nirxandina me ew e ku çapemeniya me azad e. Bi rastî jî ev rewş ji bo me zehmetiyên zêde derdixe holê. Ji aliyê din ve, ji ber ku Ermenîstan di vî warî de pêşve diçe, em naxwazin zirarê bidin azadiya çapemeniyê.”

Paşînyan diyar kir, ku di demeke nêz de forûmeke medyayî ya Rûsî-Ermenî li wê bê derbaskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button