PoliticsTop

Alî di warê vekirina binesaziyê de herî nêzîk in: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Ewropayê ya Brîtanya Mezin Lêo Doqert bi serdaneke 2 rojan li Êrîvanê ye. Duh bi Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re hevdîtineke taybet kir û piştre jî civîneke çapemeniyê ya hevpar hat derbaskirin. Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê balkişand li ser berjewendiya aliyê Ermenîstanê ji bo vekirina li peywendiyan li navçeyê û tekezî li ser rêzgirtina ji prensîbên serwerî, dadwerî, wekhevî û beramberiyê kir. Wezîr her wiha got ku li Waşîngtonê îmkan hate kirin, ku li ser du xalên reşnivîsa Peymana Aşitiyê li hev bikin û li ser mijara rakirina blokên binesaziyê helwestan nêzîktir bikin.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ji Lêo Doqert re geşedanên dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendiyên Ermenîstan-Azerbaycanê pêşkeş kir û bal kişand ser girtina Korîdora Laçîn û encamên wê yên mirovî. Mîrzoyan balkişand li ser beşdariya Brîtanyayê bi taybetî di vegerandina dîlan de, Mîrzoyan ji hevtayê xwe yê Brîtanî re piştrast kir, ku Ermenîstan amade ye li ser rêya cîbicîkirina bendên daxuyaniyên 9ê Çiriya Paşina 2020 û 11ê Kanuna Paşin 2021ê de, pêşde here.

“Tevî pêvajoya muzakereyê, Azerbaycan dagirkeriya axa Komara Ermenîstanê ya serwerî û kiryarên provokatîf ên, ku daxuyaniyên di encama hevdîtinên Praga û Soçî de berovajî dikin, didomîne. Di vê çarçoveyê de Danezana Alma-Ata roleke bingehîn dilîze ku aliyê Ermenî pê ve girêdayî ye.”

Ararat Mîrzoyan amaje bi hevdîtinên, ku li Waşîngton, Bruksel û Rûsyayê hatin kirin jî eşkere kir, ku li Waşîngtonê hinek pêşketin çêbûne. Mimkûn bûye, ku li ser du xalên din ên reşnivîsa peymana aştiyê li hev bikin û li ser çend xalên din jî axaftineke rasterast, dirêj û ji dil bê kirin.

Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê diyar kir, ku teqezbûna pêvajoya sînordarkirinê ji bo Ermenîstanê bingehîn e. Li gorî Ararat Mîrzoyan, di mijara binesaziyê de alî herî zêde nêzî çareseriyê ne.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Ewropî yê Brîtanya Mezin Lêo Doqert beriya serdana Êrîvanê di Sibata îsal de li Bakûyê bû. Di wê demê de Korîdora Laçînê girtî bû û rojnamevanên ermenî pirs dan, ku gelo hevkariya bi Azerbaycanê re, ji bo destdirêjiyên Bakûyê re çira kesk nîne? Di bersivê de, Lêo Doqert anî ziman, ku wî ji rayedarên Azerbaycanê re behsa nepejirandina girtina korîdora Laçîn kiriye.

“Belê, bê şik. Mijar li Bakûyê hat rojevê. Ev hêmanek girîng bû. Me mijara tevgera azad a gel anî rojevê. Belê, têkiliyên me yên bi Bakûyê re bi qasî bi Êrîvanê re girîng in. Lê me her tim zelal bû û me her tim gotye, ku divê kêşe bên çareserkirin û tenê li ser maseya danûstandinan em dikarin aştiya bi îstîqrar pêk bînin. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin YE û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku pirsgirêk bi pêş ve bibin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button