PoliticsTop

Ermenîstanê bi daxwaza vekirina Korîdora Laçînê careke din serî li dadgeha navneteweyî da

Ermenîstanê cara duyemîn serî li Dadgeha Navneteweyî da, têkildarî danîna xaleke kontrolê ya ji aliyê Azerbaycanê ve li Korîdora Laçînê, li ser rêya yekane ya ku diçe Artsaxê. Yeghîşe Kîrakosyan , nûnerê Komara Ermenîstanê bo pirsên hiqûqî yên navneteweyî, roja Ledê di hevpeyvînekê de digel Televîzyona Giştî ya Ermenîstanê de got.

“Ermenîstan daxwaz dike, ku mijara girêdayî xala kontrolê jî di biryarê de cih bigire, ji ber ku piştî meha Sibatê rewş guherî û pêwîstî bi tedbîrek nû ya têkildarî benda kontrolê heye. Ji Azerbaycanê re dem hat dayîn, ku heta dawiya meha Gulanê bersivê bide daxwaznameya aliyê ermenî û piştre jî divê dadgehê biryarê bide:” Kîrakosyan got.

Ofîsa nûnerê Ermenîstanê li ser mijarên hiqûqî yên navneteweyî jî ev mijar anîbû rojevê, ku Baku ne tenê guh nade biryarên demkî yên dadgeha Neteweyên Yekbûyî, lê guh nade biryarên Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan jî.

Di meha sibatê de, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar da, ku li gorî Peymana Navnetewî ya Rakirina Hemî Cûdahiya Nîjadî, li dijî Azerbeycanê tedbîrên demkî sepandine. Dadgehê bi vê biryarê Azerbeycanê neçar kir, ku hemû tedbîran bigire da ku li ser Korîdora Laçînê bênavber tevgera hemwelatî, wesayit û kelûpelan ji her du aliyan ve bi rê ve bibe.

Ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2022an vir ve komek Azerî bi cil û bergên sivîl ji ber sedemên jîngehparêzî li xaçerêya di bin Şûşî-Karîntak de rêya Stepanakert-Gorisê ya ku Artsaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button