PoliticsTop

Nîkol Paşînyan teqez dike, ku Ermenistan ti îhtîmalek ji welatên rojava nestandye, ku Rûsyayê derxe ji heremê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast dike, ku Ermenîstan ti sînyalek ji Rojava nestandye, ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re qut bike an jî Rûsyayê ji heremê derxe. Serokwezîr li ser vê yekê di civîna çapemeniyê ya 22ê Gulanê de, behsa daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov kir, ku gotibu , ku Rojava sînyalan dişîne Ermenîstanê, ku Rûsyayê ji axa xwa derxin û soz didin, ku ewê ewlekariya Ermenîstanê dabîn bikin.

“Em ti sînyalek ji Rojava nastînin, ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re qut bikin, Rûsyayê derxî derve, me nestadye û ez bawer nakim, ku ticarek wiha çêbibe. Nîşan dikarin li ser pêşkeftin an rêça têkiliyên dualî bin, ku Rûsya jî di nav de ye. Bi gotineke din, em têkiliyên xwe yên dualî bi hevkarên xwe yên Rûs re pir zelal gotûbêj dikin. Û ez difikirim ku di wan axaftinên li ser fikarên me yên li ser Rûsyayê li herêmê û rewşa heyî ya têkiliyên me de xalek tarî tune:” got serokwezîrê Komara Ermenîstanê.

Wî amaje bi rewşa Korîdora Laçînê kir û bi bîr xist, ku li gorî daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an, erkê Rûsyayê ye ku Korîdora Laçînê di bin kontrolê xwa de bihêle. Di daxuyaniya sê alî de hat destnîşankirin ku divê korîdor di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de bimîne. Lewma danîna xaleke kontrolê ya neqanûnî ji aliyê Azerbaycanê ve binpêkirina wê erkê ye.

“Diviyabû Rûsyayê ew korîdor di bin kontrola xwe de bigirta. Di demên borî de me gelek caran hem li ser asta kar û hem jî di raya giştî de behsa bûyerên ji Xtsaberdê heta Parûxê kiriye. Di dawiyê de, daxuyaniya sê alî têgeha xeta pêwendiyê tomar kir û erkên hêzên aştîparêz ên Rûsî di nav xetê de tomar kir, û me bi berdewamî teşwîq kiriye, me ti pirsgirêk dernexistiye, me alîkar buye, ku ew erk bi tevahî werin cîbicîkirin:” got serokwezîrê Komara Ermenîstanê.

Paşînyan naxwaze Rojava yan jî her daxuyanîyeke ku tê îdîakirin ji aliyê Rojava ve hatiye kirin, di têkiliyên Rûsya û Ermenîstanê de bibe faktoreke girîng û sereke. “Faktora herî girîng di têkiliya me de têkiliya me ye, berpirsiyariyên me yên li hember hev in. Ev erk heta çi radeyê pêk tên? Ez bawer nakim ku Rojava destê tu kesî girtibe û nahêle ev erk bên bicihanîn di warên curbecur de: di warê ewlehiyê de, di warê hevkariyên leşkerî-teknîkî de, bi girêdana bi çalakiyên hêzên aştîxwaz li Qerebaxê.

Di bûyerêk de şofêrêk traktorê dema karê çandiniyê dikir li ber çavên aştîparêan jiyana xwe ji dest da. Û em difikirin ku reaksiyona Rûsyayê li hember wê ne rast bû. Her wiha, bi qasî ku ez agahdar im, aştîparêzan îqna kirin, ku ew zilam biçe ser jor, pirsgirêk nîne, em li vir in, em ê ewlehiya we biparêzin, lê ew zilam piştî nîv saetê hate kuştin. Çi eleqeya Rojava bi vê re heye? Îro ji sedî 90ê hevwelatiyên me yên ku dîl hatibûn girtin, piştî bicihkirina hêzên aştîparêz ên Rûsyayê û li qada berpirsyariya hêzên aştiyê hatin girtin. Çi eleqeya Rojava bi vê re heye?” wî behs kir.

Paşînyan destnîşan kir, ku tu rojeveke ku Rûsyayê ji rojeva Komara Ermenîstanê- YE, Komara Ermenîstanê- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derxe tune ye. Di heman demê de, wî got jî ku wan dest bi gotûbêjkirina mijarên ewlehiyê bi hevkarên xwe yên rojavayî re jî kir, ku berê ne wisa bû, ji ber ku wan dihesibîn, ku mîmariya ewlehiyê li herêmê heye, ku divê pêbawer û bêhêz be, bi kêmanî de yurê . “Dema em dibînin ku sîstema ewlekarî ji ber sedemên objektîf û subjektîf, weke ku di belgeyên qanûnî de hatiye formulekirin naxebite, em bi hevkarên rojavayî û ne tenê yên rojavayî re jî mijarên rojeva ewlehiyê gotûbêj dikin:” Serokwezîr diyar kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button