PoliticsTop

Nexşeya sala 1975’an dikare û divê bibe bingehê xebatên xêzkirinê: serokwezîr

Nexşeya Serfermandariya Giştî ya Yekîtiya Sovyetê ya sala 1975-an dikare û divê bibe bingehek ji bo xebatên xêzkirinê. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê ya 22yê Gulanê ya li ser mijara pêvajoya xêzkirina sînor de ev tişt got.

Serokwezîr diyar kir, ku Ermenîstan helwesta Rûsyayê, ya ku pêvajoya xêzkirina sînoran li ser esasê nexşeyên sala 1975an ên Serfermandariya Yekîtiya Sovyetê pêk bên û vekişîna neynik a leşkeran ji xeta sînor, ku bi wan nexşeyan hatiye tomarkirin, ku bi gotina serokwezîr wê aramiyê li ser sînor dabîn bike, dubare dike.

“Divê ez bi kêfxweşî bibêjim, ku em dibînin, ku ev pirsgirêk ji berê ve ji hêla civaka navneteweyî ve hatî formulekirin, ew pir girîng e û bi xêr hatîye.

Ez nikarim guhertinek di helwesta Azerbaycanê de di vî warî de tomar bikim, di heman demê de tekez li ser wê yekê dikim ku dabînkirina ewlehiya sînor beşeke girîng a pêvajoya danûstandinan e.

Di vê yekê de tiştek veşartî nîne, ku Azerbaycan siyaseta zexta leşkerî dimeşîne, hewl dide, ku di dema danûstandinan de bi zextên leşkerî şert û mercên xweştir bi dest bixe, lê di heman demê de divê ez destnîşan bikim, ku ew binpêkirina berpirsiyariyek navneteweyî ye, ji ber ku di encama civîna Soçiyê ya 31ê Çiriya Pêşina 2022an de aliyan li hev kirin li ser dûrketina ji bikaranîna hêz û gefa hêzê . Divê em xebatên xwe bidomînin:” got serokwezîr.

Paşînyan her wiha tekez kir, ku vekişîna leşkeran ya neynîkî bi serê xwe karê xêzkirina sînoran pêşwext nake, ew tenê ji bo dabînkirina aramiya rewşa sînor e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button