PoliticsTopWorld

“Jiyana xweş” ya hindikahiyên neteweyî li Azerbaycanê

“Ez di wê baweriyê de me, ku jiyana ermeniyên li herêma Qerebax a Azerbaycanê dijîn wê ji salên dagirkeriyê gelek xweştir bibe:” Îlham Alîyev
Di vê navberê de, hindikahiyên Azerbaycanê bi serokatiya Îlham Alîyev, ku soza dewlemendiyê dabû ermenîyan, di şert û mercên ji sozen wî cuda de dijîn.

Navçeya Kurda Evlaxê li Azerbaycanê bi îsrar wek taxa “Cigan” a tê binavkirin, lê niştecihên wê xwe Kurd dibînin.

Kesên, ku li vê herêma Azerbaycanê ya bi petrol û gazê dewlemend de dijîn, ji şert û mercên jiyanê bêpar in: ceyran, gaz, kanalîzasyon, kolanên asfaltkirî tune. Ji ber tuneyê bi dehan malbatên, ku gelek zarokên wan hene, nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Li şûna perwerdehiyê, zarokên biçûk bi dêûbavên xwe re rojane pereyê nanê qezenc dikin: parsekyê dikin, an jî herî baş, komkirina metal bi hêviya firotina wê dikin.

“Ger dewlet sol, xwarin, cil û berg bide zarokên min, ez pereyan bistînim ez ê dernekevim parsekiyê:” Gulparî Mammadova bi dijwarî razîbûna xwe de, ku servîsa Azerîana radyoya “Liberty” re biaxive. Bi gotina wê, her cara, ku behsa pirsgirêkên xwe dikir, yan hevwelatiyên wê henekên xwe bi wê dikirin, yan jî polîsan zext li wê dikirin, ku rexne li Alîyev dike.

Rojnamevana Azerbaycanê dide zanîn, ku ne tenê Mamedova, belkî gelek nûnerên civaka wê jî ji rayedarên Azerbaycanê bêhêvî û aciz in, ji ber îhmalkirin û rûreşkirina wan.

Bi yekdengî behsa cudakariya li hember wan dikin: ne wan û ne jî zarokên wan perwerdehî nedîtine, ne karê wan e, ne dewlet bi wan re eleqedar e. Di dema tomarkirina giliyan de, yek ji niştecihan ala Azerbaycanê ya li ser dîwarê oda wêrankirî nîşan dide, ku ew di nav zibilê de, dema li xwarinê digerya, dîtiye.

“Ez li vir dijîm. Min çend caran serî li rayedaran da? 20 manat, 10 manat dan û şandin. Kesî jî kontrol nekir, ku ez di çi şert û mercan de dijîm. Min got: were binêre, şertê min nîne. Ne gaza min heye, ne sobeya min heye, xencî Xwedê tiştekî min nîne. Ez şevekê li vê malê me, yekî li malaî dinim. Min serî li her derê da, min got, kes naxwaze êşa min parve bike…”

“Pêdiviya dayikên xwedî zarok mehane bi alîkariyê heye, nadin, alîkariya gelê Kurd nakin, zarokan di dibistanan de qebûl nakin, zarok bêçare dibin. Gelek kes nikarin herin leşkeriyê jî, ji ber ku xwendin û nivîsandinê nizanin.”

Parastina hindikahiyên netewî ne tenê li gorî Destûra Bingehîn, di heman demê de li gorî gelek peymanên navneteweyî jî erka hukûmeta Azerbaycanê ye. Bi taybetî jî di sala 1992’an de biryarnameyeke taybet a serokatiyê ya li ser parastina ziman heye. Ew belge hukûmetê mecbûr dike ku zimanê zikmakî yê komên etnîkî pêş bixe.

Lê belê li Azerbaycanê zimanê Budugî ne ji ber wê biryarê, lê ji ber kêmbûna kal û pîrên ku bi wî zimanî diaxivin, tê parastin, lê li gor pisporan ev ziman jixwe salên dawî yên jiyana xwe dijî. Li gor lêkolîneke, ku di sala 1994an de hatiye kirin, li Azerbaycanê hejmara kesên ku bi zimanê Budugî dizanin tenê 5 hezar e.

Întîzar Karîmova ya 90 salî dibêje ku ew bi hevsal û zarokên xwe yên taybet re bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive. Dibêje nevî tenê ji hin peyvan fam dikin, nizanin biaxivin, binivîsin, ne pirtûk têne weşandin, ne pispor têne perwerde kirin.

Zimanzan Adîgozel Hajîyev, ku li Azerbeycanê bi lêkolîna vî zimanî re mijûl dibe, diyar dike ku zimanê Budugî wê di demek nêzîk de di pirtûka sor a zimanan de cih bigire, hikûmetê hewl nedaye ku vî zimanî winda nebibe.

Li Azerbaycanê ne tenê grûbên etnîkî yên piçûk gazinan ji pirsgirêka ziman dikin, ew ji bo Talişan tenê yek ji gelek pirsgirêkan e. Saziyên herî desthilatdar ên navneteweyî, ji Konseya Ewropayê bigire heta Rêxistina Human Rights Watch, bi salan e ku li Azerbeycana pirçandî li ser zordariya desthilatdaran li dijî wê kêmneteweyê diaxivin. Çavkaniyên serbixwe diyar dikin, ku Talişiyên li Azerbaycanê bi pirsgirêkên parastina nasnameya xwe re rû bi rû ne, bi tohmetên bêbingeh ên cudaxwaziyê re rû bi rû ne û ji derfeta xwendina bi zimanê xwe bêpar in. Hejmara Talişiyan jî li wî welatî pirsgirêk e: ​​li gorî serjimêriya sala 2009an 112 hezar kes e, lê li gorî hin pisporan, nûnerên civakê, ev hejmar bi rastî deh qat zêdetir e.

Rojnamvan û parêzvanê mafên mirovan ê Talîşî Rahîm Şalîyev îdia dike, ku rêveberiya Alîyev bi awayekî eşkere li hemberî gelê Taliş cihêkariyê dike, di serî de hewl dide gelê Taliş asîmîle bike.

Ji ber çalakiyên xwe, Şalîev ji Azerbaycanê koç kirye. Bi gotina wî, bi salan dewleta Azerbaycanê çalakiyên siyasî yên gelê Taliş tepeser kirin, serokên civakê xistin zindanan, li dijî gelek kesan tolhildanên fîzîkî pêk anîn û heta navê “Talîş” li welêt qedexe kirin.


“Komara Azerbaycanê bi awayekî fermî îmkana xwendina Talîşî li dibistanan dide. Di pratîkê de tiştekî wisa nîne. Herin dibistanan, hûn ê bibînin ku dersên weha tunene. Li Azerbaycanê qedexe ye, ku navê “Talîş” bikar bînin, yanî navê zarokê xwe danî “Talîş” . Heman qedexe, mesela tirkan tune ye. Ma ev ne cudakarî ye? Helwesteke wiha di mijara Talîşîyan de bi wê yekê tê ravekirin, ku ew ji aliyê Talîşîyan ve hest bi metirsiyê dikin, ji ber ku Taliş jî wek ermenîyan xwedî dîrok, xwedî çand, gelê xwe ye, ku rejîma Alîyev wek gefek vê yekê dibîne:” dibêje Şalîev.

Di dema, ku serokê Azerbaycanê soza maf û bextewariyê dide ermenîyan, û bi “asta bilind a toleransê, ku li Azerbaycana pir-neteweyî serdest e” serbilind e, tu saziyek desthilatdar van gotinan piştrast nake.

Parlamenta Ewropayê israr dike ku rêveberiya Alîyev erka xwe ya ji bo parastina mafên kêmîneyên etnîkî: Lezgî, Talîşî, Ermenî û Kurdan bi cih nayne.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Rakirina Cudakarîya Nijadî, ji alîyê xwe ve, dide zanîn ku li Azerbaycanê, “nefreta nijadî û stereotipên nijadperestî li dijî kesên bi eslê xwe ermenî têne handan”, di nav de karbidestên dewletê, heta bi rêya pirtûkên dibistanê. Ew kiryara li Azerbaycanê nayên lêkolînkirin, mehkûmkirin û cezakirin.

Minority Rights Group International, ku bi pirsgirêkên hindikahiyên etnîkî ve mijûl dibe, diyar dike, ku li Azerbaycanê kêmneteweyên Taliş, Lezgî û Kurd di bin cudakarî û qedexeyan de ne. Li gorî nirxandina rêxistina mafên mirovan a navneteweyî, gavên ku rêveberiya Alîyev ji bo guhertina wê wêneyê li welat avêtiye, têrê nake.


Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button