PoliticsTop

Ermenîstan amade ye, ku yekparçeyiya axa 86,6 hezar km çargoşe ya Azerbaycanê, ku Qerebaxa Çiya jî di nav de ye nas bike: Paşînyan

Ermenîstan amade ye ku yekparçeyiya axa Azerbaycanê ya 86,6 kîlometre çargoşe, ku Qerebax jî di nav de ye, nas bike, lê divê mijara maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê bi rêya diyaloga Baku-Stepanakert were gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna xwe ya çapemeniyê de ev agahî da.

“86,6 hezar kîlometre çargoşe jî Qerebaxê digire nava xwe. Lê divê ev yek jî were zanîn, ku em dibêjin di formata Baku-Stepanakert de mijara maf û ewlekariya ermenîyên Qerebaxê were nîqaşkirin.” Paşînyan got.

Serokwezîr amaje bi helwesta hikûmeta niha kir û got, hikûmeta niha ya Komara Ermenîstanê çi bêje an nebêje, hemû hikûmetên Komara Ermenîstanê yekparçetiya axa Azerbaycanê nas kirine.

“Ermenîstan amade ye, ku yekparebûna axa 86,6 hezar kîlometre çargoşe ya Azerbeycanê nas bike. Û bi dîtina me Azerbaycan amade ye ku 29.800 kîlometre çargoşe ya Komara Ermenîstanê nas bike. Ger em û Azerbeycanê di vê mijarê de rast ji hev fêm bikin, erê, Ermenîstan yekparebûna axa Azerbaycanê ya 86,6 hezar kîlometre çargoşe nas dike, bi vê ferasetê ku Azerbaycan axa Ermenîstanê ya 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe nas dike:” Paşînyan got.

Pirsgirêka maf û ewlekariya ermeniyên Qarabaxê divê di formata diyaloga Stepanakert-Bakûyê de bê gotûbêjkirin. Serokwezîr bal kişand ser wê yekê, ku aliyê ermenî giring dibîne, ku ji bo van danûstandinan garantiyên navneteweyî çêbibe.

“Mebesta me, wek nimûne, pirsa maf û ewlehiya ermeniyên Qerebaxê bi hêsanî dikare were jibîrkirin û Azerbaycan bi bikaranîna hêzê wê siyaseta paqijkirina etnîkî û qirkirina ermeniyên Qerebaxê bidomîne.” Paşînyan got, ku ew girîngiyê didin garantiyê, ku wê ev siyaset berdewam neke.

Serokwezîr li ser pirsa, gelo yekparebûna axê herêmên anklavan jî dihewîne, bersiveke erênî da. 29,800 kîlometre çargoşe. Navçe jî di nav km de ne û Artsvashen jî di nav de ye. 86.600 di nav de dorpêçkirî hene. Paşînyan got, “Ev helwesteke siyasî ye, lê di aliyê hiqûqî de jî divê li ber çavan bê girtin.”

Wî anî ziman ku ew bi zelalî diyar dike ku çi vebijark hene derbarê sînor de, wek nimûne, çend vebijark derbarê dorpêçan de hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button