PoliticsTop

Di rûniştina pêşê ya koma dostaniya parlementa Îtalya-Ermenîstanê de gelek projeyên azwerî hatin nîqaşkirin

Koma Dostaniyê ya Parlementa Îtalya-Ermenîstanê bi beşdariya Balyozê Ermenîstanê yê Îtalyayê Tsovînar Hambardzumyan li Salona Kîsandrî ya Odeya Parlamenteran civîna xwe ya pêşê li derbas kirin.

Di nava mijaran de, ku hatin nîqaşkirin, girîngiya dîplomasiya parlementê, hevkariya di qada navneteweyî de, sepandina qanûnên Ewropayê û mijarên têkildarî çarçoveyên qanûnî yên her du dewletan, hatin nîqaşkirin.

“Du welatên, ku bi koka dîrokî ya hevpar li ser bingeha şaristaniyên kevnar hatine avakirin, di nava sedsalan de gelek têkiliyên wan hene. Gelek ermeniyên ku li Îtalyayê bi cih bûne, li gelek deverên welêt koloniyên civaka Ermenî ava kirine:” peyamê de tê gotin.

“Di hevdîtinê de çend projeyên grîng hatin gotûbêjkirin, ku armanca wan ew e, ku hevkariyên dualî di navbera parlemantarên Îtalya û Ermenîstanê de zêdetir kûrtir û bihêztir bibin:” cîgirê nûnerê partiya “Lega”, serokê fraksiyona Komîsyona Aboriyê, serokê koma dostaniyê ya parlementa Îtalya-Ermenîstanê Gîulîo Çentemero got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button