PoliticsTop

Demên civîna koma xebatê ya Rûsya, Ermenîstan û Azerbeycanê li hev têne kirin: Overçuk

Dem û cihê civîna rû bi rû, ya bê, ya koma xebatê ya sê alî, ya Federasyona Rûsya, Azerbaycan û Ermenîstanê wê piştî şêwirên cîgirên serokwezîrên her sê welatan were diyarkirin. Li ser vê yekê Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksey Overçuk ji TASSê re axivî.

“Îro, di nava rojê de, di navbera cîgirên serokwezîrên Komara Azerbaycan, Komara Ermenîstan û Federasyona Rûsyayê de şêwirên întênsîv têne kirin, li ser mijara vegerandina peywendiyên veguhestinê li herêma Kafkasya Başûr de, di çarçoveya koma xebatê ya sê alî de, di bin serokatiya me ya hevpar de:” got Overçuk.

“Biryara dawî li ser cih û dema civîna bê ya koma xebatê ya sê alî wê piştî şêwiran bê dayîn.”

Di 9ê Çiriya Paşin 2020an de Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rawestandina temam a operasyonên leşkerî yên li Qerebaxê daxuyaniyeke hevpar îmze kirin. Di 11ê Kanuna Paşin 2021ê de, wan li hev kiribûn, ku di asta cîgirên serokwezîrên her sê welatan de komeke xebatê ava bikin, ku wê li ser danîna peywendiyên veguhestinê û aborî li herêmê bixebite.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button