
Qolkirina þertne’ma e’dlayê çetin h’al lap r’eh’etke. Derheqa vê yekêda Alêk’sandr R’arê sîasînasê alman nav qisa t’ev NYÛZ.am-ê got.
“P’ak, h’erke e’melê e’skerîyê t’inevin, lê h’emû tiþt dilqeçîyê derekeva girêdayîye, çimkî miqabilîhevbûna QÇ’ van 30 salê xilazîyêda dilqeçîyê derekeva girêdayîbûye, ê kö dixwestin bikine ser meþa qewmandina û seva t’esîra xweye neh’îyêda þer’k’arî dikirin. Gilî derheqa WAY, T’irkîyayê, Ûr’isêtiê, Çînê, YA-daye”,- ewî da k’ivþê.
H’erke dilqeçîyê dereke destbi hevr’a k’etina lecê nekin, bi xevtandina miqabilîhevbûna ermenî-adrbêcanî seva meremê xweye dinîyasîasîyê, dêmek, bi qîmetkirina ê pispor, wê îht’îtmalve derheqa cîlipata erênîda xeverdin.
“Lê h’erke lîstikçîyê dereke desbi lîstina dinîyasîasîyêkin û berî hevdödin- bi xevtandina miqabilîhevbûnê seva meremê xwe, dêmek h’alê neseqir’e.
WAY û YA lap bêy h’esavhildana Ûr’isêtê e’meldikin, lê Qafqasîya Ce’nûbê hindava Moskvayêda tê t’emaþekirinê çawa neh’îya t’esîra wê. Ermenîstan û adrbêcan bi dinîyanîgarî welatê nêzîkî T’Û-êne- himberî WAY y YA.
Pêþdestîya ort’emiletîyê- bi t’eevbûna- WAY, YA, T’irkîayê, Ûr’isêtê ya diha baþe. Wê delîvêda þansê bigihîjne oxirê pirsa xilazbûna miqabilîhevbûnêda wê ê diha mezinvin.
Qezîya heye, wekî miqabilîhevbûnê hindava R’oavayêda bê xevtandinê, wekî bicêr’bîne paþwextîyê ij neh’îyê berî Ûr’isêtêdin, k’îjan dikare bigihîne e’k’sît’esîra Ûr’isêtê û berî dayîna R’oavyêye ek’s ij Qafqasîya Ce’nûbê pey xilazbûna miqabilîhevbûna ûkraînîr’a, çaxê destê Moskvayê bêne berdanê. Eve ew qezîya, wekî miqabilîhevbûn dikare dîsa destpêve”,- ê sîasînas da k’ivþê.