All NewsTop

Çekên ku ji Rûsyayê dihatin kirînê negihiştin Ermenîstanê. Cîgirê Wezîrê Derva

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Mnatsakan Safaryan diyar kir ku çekên ku ji Rûsyayê hatine kirîn negihiştine Ermenîstanê û xebatên di vî warî da tên kirinê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê bal kişand ser daxuyaniya beriya niha ya Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan ku gotibû, Ermenîstan çekên ku ferman daye û pere daye Rûsyayê ji Rûsyayê wernagirîe.

“Çek bi rastî negihîştine Ermenîstanê û xebatên di vî warî de berdewam dikin. Di derbarê vê daxuyaniyê de tiştekî min tune ku ez lê zêde bikim,” Safaryan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button