
Serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê Andrêa Vîktorîn da zanîn ku YEyê 55 milyon euro piştgirî daye Syunikê.
Li gorî wî, bi dayîna wê pereyê îşaretek zelal hat şandin ku YE piştgiriya Ermenîstanê û yekparçebûna axa wê dike. Balyozê her wiha destnîşan kir ku YE ji bo pêşxistina aboriyê bi bernameyên curbecur piştgiriyê dide Ermenîstanê.