Ji bo aliyê ermenî, bingehîn e ku rêhesin tenê li gorî qanûnên Ermenistanê dikare were xebitandin. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di brîfînga ku bi rojnamevanan re kir de diyar kir ku di hevdîtina Paşînyan-Mîşel-Alîev de behsa mantiqa korîdorê qet nehatiye kirin.
Hovhannîsyan bal kişand ser deman ji bo vekirina rê û qenalên ragihandinê jî, diyar kir ku li vir xetên sor hene. Li gorî wî, mesele ew e ku rê hesin tenê di bin desthilata qanûnên Ermenistanê de kar bike. “Em dikarin li ser avahîsaziyê û karên din bipeyivin tenê piştî ku di derbarê vê mijarê de garantiyên rastîn bistînin.”