EconomicsTop

Ermenîstan û Hindistan ji bo vekirina peywendiyên hewayî yên rasterast dixebitin։ Balyoz

Ermenîstan û Hindistan ji bo vekirina tevgera hewayî ya rasterast di navbera her du welatan de dixebitin. Balyoza Hindistanê yê li Ermenîstanê Nîlakshî Saha Sînha di Foruma Ermenî-Hindistanê de ev tişt ragihand.

Dîplomat diyar kir ku destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Êrîvan û Delhiya Nû de yek ji mijarên aliyan e, ku armanca wan pêşxistina hevkariyê ye û hikûmetên her du welatan jî di wî warî de gavan diavêjin. Bi dîtina wê, derfetek ji bo danîna pêwendiyan heye, ku bibe alîkar ji bo berfirehkirina hevkariyê di warên çandinî, hilberîna xwarinê, perwerde û geştiyariyê de.

“Ermenîstan di hemû forumên navneteweyî de piştgiriya Hindistanê dike. Herî dawî di asta serokwezîr û wezîrên derve de serdan hatin kirin. Em hêvî dikin ku ev têkilî di meh û salên pêş de jî berdewam bikin:” balyoz diyar kir.

Wê aktîvkirina peywendiyên dualî bibelge kir, û bal kişand ser sektora berevaniyê, ku tê de hevkarî karekterek cidî standye.

Dîplomat di wê baweriyê de ye ku alî dikarin di warê IT û teknolojiyên bilind de jî hevkariyê bikin. Wê bal kişand ser pêdiviya veberhênanên Hindistanê yên ji bo pêşxistina binesaziya Ermenîstanê û bi bîr xist peymana ku di sala 2021an de di navbera Navenda Piştgiriya Veberhênanê û “Invest India” de hatibû îmzekirin.

Li ser diyaloga siyasî, dîplomat têkiliyên bi sedsalan ên di navbera gelan de bi bîr xist, û her wiha ev rastiya ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Hindistan yekem welat bû ku serxwebûna Ermenîstanê nas kir, û jixwe di sala 1999 de balyozxaneya li Êrîvanê de vekir, anî bîra xwa. Li gorî balyoz, Hindistan û Ermenîstan nirxên demokratîk, çanda hevpar, kevneşopî û heta ramanê jî parve dikin.

Ji bo forumê bixwe jî, li gorî wî, di nav çend rojan de civînên B2B yên çalak hatin kirin.

“Em li benda daneyên li ser peymanên, ku di navbera pargîdan û rêxistinan de hatine kirin. Tenê bi saya têkiliyên karsaziyê em ê karibin bazirganiya navdewletan zêde bikin û bigihîjin armancêg:” Sînha got.

Alîkarê Wezîrê Aboriyê yê Komara Ermenîstanê Arman Xojoyan di serî de da zanîn ku bazirganiya di navbera welatan de kêm e – 180 milyon dolar. Lê alî ji bo zêdekirina îthalat û hinardekirinê gavan diavêjin.

Bi taybetî, li Ermenîstanê kargehek hilberandina almasan ji berê ve hatîye vekirin (veberhênerê projeyê dê konseya zêrkeriyê ya Hindistanê KGK Group be), û wekî ku cîgirê wezîr bawer dike, ev wê bibe bingehek ji bo hevkariyek din.

Bi dîtina wî, di warê çandinî û teknolojiyên bilind de hêviyên pêşxistina hevkariyên dualî hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button