Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Ermenîstanê Krîstîna Quînn bi malbatên leşkerên ku di encama şerê 44 rojî de winda bûne û yên li Azerbaycanê hatin girtin re hevdîtin kir.
Di peyama, ku ji aliyê Balyozxaneyê ve hatiye dayîn de hat gotin, ku divê kesên hatine girtin bên vegerandin û heta ku dibe bila bibe, hestiyên kesên, ku di her du aliyên şer de hatine kuştin ji xizmên wan re bên vegerandin.