PoliticsTop

Di gelek rewşan de, Azerbaycan bi eşkere cihê leşkerê mirî dizane, lê bi qestî cenaze radestî malbatê nake: Sahakyan

Muameleya himberî ermeniyên di bin kontrola Azerbaycanê de ne bi kiryarên armanckirî, yên ku dibin sedema êşên zêde li malbatên wan, tê kirin. Di 12’ê Gulanê de, di civîneke çapemeniyê de de Seroka Navenda Hiqûqa Berawirdî, nûnerê berjewendiyên girtiyên Ermenî li DMME’yê parêzer Sîranûş Sahakyan rapora taybet a nû ya, ku bi hevparê Parêzvanê Mafên Mirovanê yê berê Arman Tatoyan re hatiye amadekirin, pêşkêş kir.

“Di sala 2020’an de me bûyerek dît, ku wêneyên leşkerekî, ku qirika wî jêkirî li ser medyaya wan ya civakî hate weşandin. Gelek caran me dît, ku bi girtina telefonan leşkeran û wêneyên, ku têda xuya ye sûcên şer ên li ser wî kes, an jî hevalên wî , xizmên wan re hatine şandin.

Di vê rewşê de, em dibînin ku meyleke taybet heye, ku çarenivîsa kesên wenda eşkere nebe, bûyerên hatine tomar kirin, ku aliyên Azerbaycanê bi zelalî cihê leşkerê mirî dizanin, gihîştine cenazê leşkerê mirî, lê bi zanebûn cenaz radestî endamên malbatê nakin. Her wiha, ewan nêz dibin, wêneyan dikişînin û wêneyan di medyayê de belav dikin. Ev jî delîleke zelal e ku hejmara windayên ku ji sala 2020’an û vir ve di destê me de ne, ne encama pêvajoyên objektîfin, lê polîtîkayeke bi mebest a li hemberî Ermenîyan e.” Sahakyan ragihand, di şert û mercên modern de ne mimkûn e ku cihê cenazeyan neyê zanîn.

Ne eşkerekirina çarenûsa windayan tenê tolhildana li hember hebûna windayan a salên 1990’î li aliyê Azerbaycanê ye:” Sîranûş Sahakyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button