
Di civîna sê alî ya Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konseya Ewropayê Şarles Mîşel û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev li Brukselê de, li ser vekirina blokên veguhestinê û binesaziyên aborî yên herêmê xêzkirina sînor û ewlehiya sînor di navbera her du welatan de, peymana li ser birêkûpêkkirina têkiliyên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, pêwîstî bi maf û ewlekariya gelê Qerebaxê, her wiha mijarên girêdayî girtiyan, windayan û mijarên din ên mirovî hatin gotûbêjkirin.
Lihevkirinek hat kirin ku di çarçoveya Civîna Bilind a Civaka Siyasî ya Ewropayê de, di 1’ê Hezîranê de, li Kîsînaûyê nîqaş bên dewamkirin di çarçoveya hevdîtinên pênc alî de, tevî serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Azerbaycanê, serokê Fransa, kanclêrê Almanyayê û Serokê Konseya Ewropayê, û di tîrmehê de, di çarçoveya hevdîtinên sê alî de, tevî serokwezîrê Ermenîstanê, serokkomarê Azerbaycanê û serokê Konseya Ewropî, li Brûkselê.