All NewsTop

Ji Ermenîstanê kevirên herî bi qîmet û nîvbiha û metalên bi qîmet îxrac kir

Ermenîstanê nava sê mehên sala îsalinda eşîyayên bahê 664 mîlyon 789,9 hezar dolarî der anîye, kîjan himberî sala par bi 2,3 cara zêde bûye.

Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ji komîtêya statîstîkîyê pê hesîyaye.

Çi ku  derheqa anînêdane, ew gihîştîye du mîlîyard 583 mîlîyon 263,3 hezar dolarî, kîjan himberî sala par bi 89,1 selefî zêde bûye.

Deranîna here mezin berbi Rûsîyayê hatîye kirin 838 mîlyon 777,9 hezar dolar, eva bi 4,5 cara zêdeye, kîjan ji çile-adara sala 2022 a da hatibû deranînê.

Bi tomerî ji Ermenîstanê reqema deranînê berbi welatên Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  878 mîlîyon 138,2 hezar dolare, lê  berbi welatên Yekîtîya Avropayê jî 185 mîlyon  436,7 hezar dolare.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button