All NewsTop

Azerbaycan bi zanebûna xa xebatên Xaça Sor asteng dike. Parêzvanê mafên mirovan ê Artsaxê

Parêzvanê mafên mirovan ê Komara Artsaxê Gêgham Stêpanyan daxuyaniyek daye û gotîe:

“Azerbaycan bi qesta xebatên Xaça Sor asteng dike

“Ji dema ku di 23ê Nîsanê de li ser rêya Gorîs-Stêpanakêrt li nêzîkî pira Hekarê xaleke kontrolê ya neqanûnî hatiye danîn, Azerbaycan bi hincetên sûnî, xebatên asayî yên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî li Qerebaxê asteng dike. ne tenê hukmên hiqûqa însanî ya navneteweyî binpê dike, di heman demê de bi awayekî hovane peymana ku der barê veguhestina kesên di şert û mercên tenduristiyê yên pir krîtîk de ji bo Ermenîstanê di dema dorpêçê de pêk hatiye binpê dike. Bi vê yekê, Azerbaycan rasterast biryara Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan a 21ê Kanûna Pêşîn a 2022an paşguh dike, ku bi wê dadgehê Azerbeycanê mecbûr kir ku hemî tedbîrên pêwîst û têr bigire ji bo misogerkirina tevgera nexweşên giran ên hewcedarê lênihêrîna bijîşkî li Ermenistanê bi rêya Korîdora Laçînê.

Li gor agahiya ku ji Wezareta Tenduristiye ya Komara Artsax hat hildan, 30 nexweşen ku rewşa wan pir giran e li benda sewqiyata acile ne.

Reftara Azerbaycanê rasterast li dijî qanûn û prensîbên mirovatiyê yên navneteweyî ye, ku divê ji aliyê rêxistinên navneteweyî û civaka mafên mirovan ve bên şermezarkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button