
Di sala 2022’an de 968 kesan ji Ermenîstanê daxwaza penaberiyê kirine, ku ji sala 2010’an vir ve rêjeya herî bilind e. Welatiyên Azerbaycan û Tirkiyê jî di nav penaxwazan de ne.
Di sala 2022 de, herî zêde hemwelatiyên Ûkraynayê serlêdana penaberiyê kirine: 484 kes.
Piştre, di sala 2022 de, herî zêde welatiyên Iraqê ji Ermenistanê daxwaza penaberiyê kirin: 198 kes
Welatiyên Îranê di rêza sêyem de ne, 106 welatiyên Îranê ji Ermenistanê daxwaza penaberiyê kirine.
Di sala 2022an de 1 welatiyekî Azerbaycanê jî ji Ermenistanê daxwaza penaberiyê kiribû. Di nav penaxwazan de welatiyên Tirkiyê jî hene. Di sala 2022an de 8 welatiyên Tirkiyê ji Ermenistanê daxwaza penaberiyê kirine.