All NewsTop

Serokên Ermenîstan û Azerbaycanê wê 14ê Gulanê li Brûsêlê bicivin

Servîsa çapemeniyê ya Konseya Ewropayê bi awayekî fermî piştrast kir ku civîna serokên Ermenîstan û Azerbaycanê wê di 14ê Gulanê de li Brukselê bi alîqarîya Şar Mîşêl pêk were.

“Serok Mîşêl bi rêberên Ermenistan û Azerbaycanê re ji bo pêşxistina aramiyê li Kafkasya Başûr û pêşdebirina hewildanên Yekîtiya Ewropî yên ji bo normalîzekirina têkiliyên di navbera her du welatan de, têkiliyên nêzîk berdewam dike. Lîderan li hev kirin ku di 14ê Gulana 2023an de li Brukselê bicivin.

Di çarçoveya Civîna Bilind a Civaka Siyasî ya Ewropayê de ku di 1’ê Hezîrana 2023’an de li Çîsnêvê tê lidarxistin, wê bi Serokkomarê Fransayê Êmmanûêl Makron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Şûolz re jî hevdîtin pêk bên.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button