All NewsTop

Ermenistan dixwaze li bendera Çabaharê bibe operator. dê komeke xebatê bê avakirin

Li gor biryara Serokwezîr Nîkol Paşînyan, ji bo gotûbêjkirina mijarên destpêkirina rêya bilez a navneteweyî ya multimodal û bibe operator li bendera Çabeharê ya Îranê, komeke xebatê ya navbirî were avakirin.

Hêjayî gotinê ye ku Arsên Avagyan, Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Ermenistanê li Îranê par ragihandibû ku rêya bejahî ya “Bakur-Başûr” dê bi awayekî berçav mesafeya navbera Îran û Gurcistanê kêm bike. Wî bal kişand ser wê yekê ku piştî bidawîhatina çêkirina wê otobanê, dê di heyama 2-3 rojan de bar ji Çabêhar, Bandar Abbas û benderên din ên başûrê Îranê bo benderên Gurcistanê yên deryaya Reş bên gihandin û bi berdewamî rêya Ewropa.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button