CultureTop

Şeşemîna Festîvala Pirtûkan a Navneteweyî ya Êrîvanê dest pê dike

Şeşemîn Festîvala Pirtûkan a Navneteweyî ya Êrîvanê, bi piştgiriya Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê ya Komara Ermenîstanê, dest pê dike

Ew wê di navbera 25-27ê Gulanê de li Şanoya Akademîk a Neteweyî ya bi navê G. Sundukyan de pêk were.

Nêzî 40 weşanxane, pirtûkfiroş û saziyên çandê, zêdetirî 50 nivîskar, rexnegir, wergêr, pisporên din ên ji Ermenîstan, Rûsya, Polonya, Îtalya, Almanya, Yewnanîstanê wê beşdarî festîvalê bibin. Di sê rojan de 25 çalakî bi zimanên ermenî, rûsî û îngilîzî wê li dar bikevin.

Sponsorê sereke yê festîvalê Şaredariya Êrîvanê ye. Hevkar ev in: “Ewropa Aferîner”, “Versopolis”, “Mala-Muzeya Xaçatûr Abovyan” û “Şanoya Akademîk a Neteweyî ya bi navê Sundukyan”.

Ketina hemî bûyeran belaş e. Festîval di rojên diyarkirî de ji saet 12:00 heta 21:00 vekirî ye. Tevahiya pirtûkan wê bi erzanî 20-50% werin firotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button