
Fermandeya hêzên aştîparêz ên rûsî li Artsaxê bi serokatiya kolonêl Alexander Lentsov vê hefteyê serdana Bakûyê kir û bi aliyê Azerbaycanê re rewşa Artsaxê gotûbêj kir. Di encama nîqaşan de li ser guhertina erênî ya rewşê û vegerandina şert û mercên, ku di daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an de hatine dayîn de, lihevkirinek pêk nehat. Li ser rûpela xwe ya facebookê Wezîrê Dewletê yê Artsaxê Gurgen Nêrsîsyan agahî da.
“ Hevwelatiyên hêja
Weke ku tê zanîn, vê heftiyê fermandariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Artsaxê bi serokatiya kolonêl Lentsov serdana Bakûyê kirin û bi aliyê Azerbaycanê re rewşa Artsaxê gotûbêj kirin.
Di encama nîqaşan de li ser guhertina erênî ya rewşê û vegerandina şert û mercên ku di daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an de hatine dayîn de, lihevkirinek pêk nehat.
Di demek herî kin de civîneke nû tê plankirin û encamên wê jî wê bên ragihandin:” wezîrê dewletê ye Artsaxê got.