PoliticsTop

Nakokiyên sereke li ser Qarabaxê ne, lê ne tenê ev: Nîkol Paşînyan

Nakokiyên sereke girêdayî Qerebaxê ne, lê ne tenê ew e, serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan li Pragê bersiva vê pirsê da, ku piştî danûstandinên Waşîngtonê wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê li ser çi fikrî lihevnekirin ne.

“Tevî, ku li Prag û Soçiyê hate tomarkirin, ku Ermenîstan û Azerbaycan yekparçebûna axa hev nas dikin, lê dîsa jî em nikarin bigihin rêkeftinekê li ser pêşnûmeya peymana aştiyê, ku wê baweriyê bide, me, ku Azerbaycan yekparçebûna axa Ermenîstanê ya 29800 kîlometre çargoşe nas dike:” got serokê hukumeta Ermenîstanê.

Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku di derbarê mafên Ermenîyên Qerebaxê de jî nakokî hene û ew tên parastin.

“Mijara din a herî girîng ev e, ku her peymanek, hetta yên herî zelal hatine nivîsandin jî, nakokî hene. Divê ev nakokî çawa bêne çareser kirin? Pirsgirêkek bi pêvajoya sînordarkirinê ve girêdayî ye, pirsgirêkek pir girîng jî piştî îmzekirina peymana aştiyê pirsa garantîkirina aştiyê ye. Hem mekanîzmayên navneteweyî û hem jî yên herêmî li çav tên girtin, bi taybetî mijarên bi cihkirina leşker û hêzan ve girêdayî ne. Kî divê li kuderê bi cih bibe, divê çawa bi cih bibe, ma em nebin xwedî herêmek bêçek? Di derbarê mafên Ermeniyên Qerebaxê de şîrove hene û tên parastin. Dibe ku li ser wan pirsan hinek tevger hebin, lê eger ferq 1 km bûya, bû 999 metre, erê, em nêzîkî hev bûne, lê valahî pir mezin dimîne:” got serokwezîr.

Ji bo pirsa, ku Ermenîstan ber bi kîjan alî ve diçe?, ku meseleya Artsaxê were sekinandin û hêzên aştîparêz yên Rûs derkevin, yan divê Rojava garantiya ewlehiyê bide Ermenîyên li Artsaxê dijîn, Paşînyan wiha bersiv da:

” Ermenîstan li ser vebijarka, ku mijara ewlekarî û mafên Ermenîyên Qerebaxê di platforma diyaloga Bakû-Stepanakertê de bê gotûbêjkirin, ku divê di vê çarçoveyê de beşdariyeke navneteweyî hebe, dixebite. Nexwe, ev mijar û rojev bi hêsanî ji aliyê Azerbaycanê ve tê jibîrkirin.”

Di heman demê de, serokwezîr tekez kir, ku gotûbêjên, ku li Washingtonê dest pê kirine, dikarin li Moskowê berdewam bikin, û îdiayên, ku dibêjin projeyên rojavayî û rûsî hene, ku ji hev cuda ne, red bikin.

“Carinan ez materyalan dixwînim, li hevpeyvînan guhdarî dikim, ez dixwazim fam bikim, ku mirov li ser çi diaxivin. Ger ez ne serokwezîr bûma, minê bifikira, im ku ez tiştekî nizanim.”

Paşînyan got, nêzîkatiyên ji aliyê Rojava ve hene, lê li ser kaxezê, ew ne hatiye nivîsandin.

“Nêzîkatî devkî ye, eger em vê yekê bidine li ser kaxezê, dibe ku me be xuyan, ku me şaş fêm kirye, ne wisa ye. Di Tebaxa 2022an de aliyê Rûsyayê pêşniyareke nivîskî pêşkêş kir, me qebûl kir, Azerbaycanê jî red kir. Me pêvajoya, ku Rûsya wê pêşniyarê cara duyemîn danî ser maseyê, nedît:” got serokê hukumeta Ermenistanê.

Li ser çavdêriya, ku Bakû li Neteweyên Yekbûyî de îdiaya pêşkêşî Ermenîstanê kir, ku “8 gundên, ku hê jî hatine dagirkirin” vegerîne, di bersivê de jî Êrîvan dide zanîn, ku Azerbaycanê jî gund dagîr kirye, û pirsa pevguhertina wan an jî vegera wan di rojevê de ye, an na? Paşînyan wiha bersiv da:

“Heger Azerbaycan ji bo vegerê amade be, em amade ne. Gundên me yên dagirkirî jî hene, em bêjin gundê Berkaber, Vazaşen, Aygehovît, Paravakarê, Azerbaycan amade ye ku vegerîne, heke amade be, erê, em jî amade ne. Lê li vir pirsek din heye: em bihesibînin ku artêşa Azerbaycanê an jî Ermenîstanê li ser vê xetê radiweste û divê ji wê xetê vekişe, em di prensîbê de vê yekê qebûl dikin, lê gelo ew vekişe, wê li ku bimîne? Ev tê wê wateyê, ku li wir sînor heye, ger sînor hebe, bila em wî sînorî bigirin û leşkerên Azerbaycanê li vî aliyê xeta sînor nebin, leşkerên Ermenîstanê li aliyê din ê sînor nebin:” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button