EconomicsTop

Ji 5’ê Gulanê û vir ve, yekîneya elektrîkê ya hejmar 2 ya Santrala Atomê ya Ermenîstanê bi xebatên parastinê yên plansazkirî ye salane tê meşandin

Di 5ê Gulanê saet di 01:45 de, yekîneya elektrîkê ya Hejmar 2 ya Santrala Atomê ya Ermenîstanê ji bo lênihêrîna pêşîlêgirtinê ya plansazkirî ya salane ya 75 rojan, destbekir.

Karên sereke yên jêrîn têne plan kirin, ku di dema 2023 de bêne kirin:

  • tamîrkirina navîn a reaktorê bi barkirina tam a devera çalak,
  • nûvekirina pompeyên gerîdeya sereke ya hejmar 2 û 3,
  • nûvekirina jeneratorên buharê yên hejmar 2 û 3,
  • tamîrkirina jeneratorên turbînê yen heyî
  • tamîrkirina turbînên buharê yen heyî

Ji bilî karên sereke yên ku li jor hatine behs kirin, wê xebatên bi mebesta nûjenkirina hin pergalên ewlehiyê werin meşandin, wek mînak guheztina boriyên pergala sarkirinê ya xerîdarên berpirsiyar.

Ji bilî xebatkarên Santrala Atomê ya Ermenîstanê, pisporên xwedî ezmûnek dewlemend di tamîrkirina pergalên santralên nukleerî û alavên ji Federasyona Rûsyayê, Kroatya, Komara Çek û welatên din de beşdarî xebatên plankirî bin.

Pêvajoya tamîrkirinê wê di bin çavdêriya pisporên Komîteya Rêziknameya Ewlehiya Nukleerê ya Komara Ermenîstanê de bê kirin.

Yekîneya Hêjmar 2 ya Santrala Atomê ya Ermenîstanê tê plankirin ku di 18.00’ê Tîrmehê de bê xebitandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button