PoliticsTop

40 parlementerên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ji Azerbaycanê xwestin ku dawî li dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçîn bîne

40 parlementerên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ji Azerbaycanê xwestin ku demildest dawî li bloka derqanûnî ya Korîdora Laçînê bîne. Ev yek ji aliyê ofîsa Ermenîstanê ya li Konseya Ewropayê ve hat ragihandin.

Parlamenteran daxwaz ji Azerbaycanê kirin ku tavilê tedbîrên demkî yên mecbûrî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û biryara Dadgeha Navdewletî ya Edaletê, ku Azerbaycanê mecbûr dike, ku tevgera dualî ya bê asteng di korîdora Laçînê de misoger bike, bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Azerbeycanê di 23’ê Nîsana 2023’an de bi girtina yekalî rêya yekane ya Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, peymana sê alî ya 9’ê Çiriya Paşin 2020’an îhlal kir û ji bo 120 hezar niştecihên herêmê encamên giran ên mirovî çêkir.

Ji Azerbaycanê hat xwestin, ku bi strukturên navneteweyî re hevkariyê bike û destûrê bide serdanên lêkolînê yên li Qerebaxê.

Parlamenteran bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo parastina mafên mirovan ên gelê Qerebaxê gavên bi bandor bavêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button