SocietyTop

R’eqema  ê narkotîkva girêdayî zêdebûye: Bi salixê 2023a 7612 kes qencdivin: Norayr Þog’îkyan

“Min idî hevala xweye 15 sala indakirîye, idî  kelada r’ûniþtime. Dest wê yekê e’mrê minî ze’f xirav hebûye”.

Xevtandina narkotîkê e’mrê nexweþê “Merk’eza qenckirina pêvagirêdanaye merk’ezîyê”-yî 34 salî göhastîye. Gilîdike, wekî bi jîyîna WAY-da, cara pêþin marîxûana 14 salîyêda daye xevatê.

24 salîyêda cara pêþin min t’eze hêroîn cêr’ibandîye, min dixwest xwe biköþta, levnehat, min dixwest ez r’ojtira dinê her’me xevatê, levnehat, idî lomkada. Isa k’ûrbû û min e’mrê xwe p’ûçkir”.

Ê cahil bi meremê qencbûnê hatîye Ermenîstanê. Idî 11 r’ojin merk’eza qenckirina pêvagirêdanê miletîyêdaye. Dide k’ivþê- qirara azabûna ij girêdana narkotîkêva xwexa derxistîye.

“Min zûva dixwest t’erkê bida, min cêr’ibandîye, min gelekî cêr’ibandîye. Ez t’emizbûm, çend mehebûn, birê minî ç’kû mir, dîsa isatir”.

Qiseçîyê me qencbûn idî xilazkirîye, zûtirekê wê maldave. Lê îdarêda, angorî  salixê h’alnivîsarê, r’eqema qencbûya salbisal zêdedive.

Bi h’esavê 1-ê meha k’anûna paþin cimhöryetêda 7392 kesê narkotîkava girêdayî h’esavhildayîbûne, ij wana 6- negihîþtî. Bi h’alê 1-ê meha sala 2022-aye k’anûna paþin- 7570 kes, 4- negihîþtî. Bi h’esavê 1-ê meha sala 2023-aye k’anûna paþin- 7612 kes, 6-ê negihîþtî.

Gayanê Vardazaryana dewsgirtîya serwêrê merk’ezê dide k’ivþê- van salê xilazîyê e’mrê ort’e ê narkotîkava hatne girêdanê,  kêmdive,  isa jî cûr’ê narkotîkê têne xevtandinê û belabûyî têne göhastinê- ê ij kir’kir’ka hazirkirî cîyê xwe didine narkotîkê bi h’îmê sînt’êtîk, k’îjan pêvajoya qenckirinêda çetnaya pêþda tîne.

Gayanê Vardazaryan

Dewsgirtîya serwêrê “Merk’eza qenckirina pêvagirêdanaye miletîyê”-yî bi xeta qenckirinê ya wezareta CE-ye S

“R’ewþa stûmûlyatorada t’er’ibandinê meye r’ewiþtêye ze’f bêqirar dîharbûyî, þerpezebûnê r’öh’î hene û  seva doxtir qenckirina wane bi dermana çetnaya ÿp’êce mezin t’emsîldike”.

Îdara doxtirîyêda isa jî delîv hindik nînin, çaxê kesê qencbûn stendîye seva azabûna ij pêvagirêdanê cara döda xîtavdive. Bi gilîyê Vardazaryanê- pey dernivîsara qencbûyar’a t’ev wan xevata nexweþxanê der didûme, lê  seva t’er’ibandina delîva pêvagirêdanêye döbare gere xwestina ê qencdive heve. Isa jî alîk’arîya r’öh’nasîyê didine pasîênta.

Gayanê Vardazaryan

Dewsgirtîya serwêrê “Merk’eza qenckirina pêvagirêdanaye miletîyê”-yî bi xeta qenckirinê ya wezareta CE-ye S

T’emamîya pêvagirêdana: ij alkoholêve, marîxûanêve, ij cûr’ê narkotîkaye baþqe-baþqeve, ew nexweþîya k’ronîke, yanî- ew, bêþik, hercar diwek’ilin, çaxê nexweþ wî qinyatî dîsa dide xevatê, k’îjanîva girêdayîye”.

Zêdebûna reqema ê narkotîkava hatne girêdanê isa jî bal heqp’arêza daye ser xwe. Sala 2023-a wezareta k’arê höndör’da hatîye e’lamkirinê sala þer’k’arîya miqabilî fitildayîna narkotîkaye bêqanûnî.

Nav sala 2022-a heqp’arêza 2266 delîvê  sûck’arîyê fitildayîna narkotîkaye bêqanûnîva girêdayî e’yankirine. Himberî 1544 delîvê 2021-ê dîharbûyî zêdebûn 46,8%-e. Îsal idî 981 delîv hatne tênivîsarê- döbare zêde, ne kö e’ynî mehê par.

Delîvê fitildayîna narkotîkaye bêqanûnî isa jî nav negihîþtîya e’yandivin.. Davît’ Pêtrosyanê opêrwek’îlê polîsîyayê dide k’ivþê- seva betalkirina delîvê fitildayîna narkotîkaye mek’tevada serdana mîaserdikin, þagirtar’a derheqa encamê  ij xevtandina narkotîka pêþdahatinêye  neynî û cavdarîya hiqûqîyêda xeverdidin.

Davît’ Pêtrosyan

Opêrwek’îlê wezareta CE K’H

“Nav sala 2022-a seva fitildayîna narkotîkaye bêqanûnî 4 negihîþtî t’esmîlî cavdarîya cezayê bûne, lê sêmehîya sala 2023-aye pêþinda- negihîþtîk.

Negihîþtî, qewlî heqparêzava, h’îmlî bii telegram p’êla p’eydadiking. Salda 2022-a bi wê dik’ê 134 delîvê fitildayîna narkotîka e’yanbûne: sêmehaîya 2023-aye pêþinda- 137.

Par polîsîya cezayêda binp’ara þer’k’arîya miqabilî fitildayîna narkotîkaye bêqanûnîye bi h’emt’or’ê hatîye e’frandinê.

Davît’ Pêtrosyan

Opêrwek’îlê wezareta CE K’H

Þöxölê binp’arêyî h’îmlî wê yekêdaye, wekî ew h’emt’or’êda miqîmt’emaþekirinê mîaserdike- h’îmlî Têlêgram dik’êda- bi dîharkirina belgê t’eze vebûyî yan bi fitildayîna narkotîkaye bêqanûnîye idî vebûyî û  bi meremê mîaserkirina bêcerkirina bi wan. Her t’enê sêmehîya sala 2023-aye pêþinda,  encama t’edbîrê hindava qölixçîyê p’arêda pêþdestîkirîda,  idî weke 15 belgê þexsî hatne  qedexedadanê”.

Serwêrtîya Komîtêa k’ara dîwanîye þer’k’arîya miqabilî qaçaxtîyêda jî delîvê e’yankirina narkotîka zêdebûne. Sêmehîya sala 2023-aye pêþinda 92 delîvê cîgöhastina narkotîkêye ij welatê derekeye li Ermenîstanê hatne t’er’ibandinê. Par hejmara delîvê isa 351 bûne.

Andranîk Gêvorgyan

Dewsgirtîyê midîrê serwêrtîya þer’k’arîya miqabilî qaçaxtîyê ya Komîtêa CE K’D

“235 delîv- weke 66%,  narkotîkê bi r’adestkirina narkotîka û madeyê mêlr’öh’e p’oþtêye li  Ermenîstanêne. 88 delîvê bi sînorê r’eþayê û 28 delîvê ser sînorê hewê hatne e’yankirinê.

Andranîk Gêvorgyanê dewsgirtîyê midîrê serwêrtîya þer’k’arîya miqabilî qaçaxtîyê dide k’ivþê- bi r’iya r’eþayê narkotîka h’îmlî ij Îranê tînne welatê me. Van salê xilazîyê isa jî zêdebûna delîvê deranîn û derdaanîna narkotîkaye bi cûr’ê p’oþtê t’exmîndive. Qaçax narkotîka anîhatî li Ermenîstanê dicêr’bînin cîgöhêzî Avropayê, Amêrîka Þimalê û Avstralîaêkin.

Andranîk Gêvorgyan

Dewsgirtîyê midîrê serwêrtîya þer’k’arîya miqabilî qaçaxtîyê ya Komîtêa CE K’D

“Hatîye cêr’ibandinê ij Ermenîstanê narkotîkê biþînne li Avstralîayê, k’îjan hatîye k’iþandinê nav k’incê, çelta, p’arê wane höndör’da. Delîveke meye balk’êþ hebûye, axirîya çida ij fitildayîna bêqanûnî 7 kg narkotîka cûr’ê mêtamfêtamîn ij fitildayînê hatîye derxistinê. Cûr’ê veþartina narkotîkê ev bûye- qaçaxa cêr’ibandîye ij wê qöt’îyê xiþira hazirkin”.

Ij komîtêa k’ara dîwanî didine k’ivþê- bi þandinê p’oþtê delîva cîgöhastinê narkotîka heycar levnayê ê diþîne û t’embeçî e’ynîkin. Seva safîkirina pirsgirêkê t’ivdîra qanûnê  hatîye bêcerkirinê, delîva  qebûlkirina k’îjanêda t’eþkîletê þandina p’oþtê mîaserdikin, wê borcdarvin hedayî, t’emamîya salixê nisbetî ê þandîye û ê wê bistîne bidne serwêrtîya þer’k’arîya miqabilî qaçaxtîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button