SocietyTop

Îsal fondê pênsîyayê  k’aranîna erênî tênivîsîne: qelsbûn cöda gotî t’ecdîdbûye: Nîkolay Avêtîsyan

Sêmehîya sala 2023-aye pêþinda fondê Ermenîstanêye pênsîyayê k’aranîna erênî tênivîsîye. Angorî salixê Benka merk’ezîyê- 3,4% k’aranîna fonda hatîye tênivîsarê. Herdö hevaltî jî, k’îjan Ermenîstanêda serk’arîyê fondê pensîayê dlikin- “Amûndî-Akba asêt’ mênêcmênt’” û “Sê-kvadrat ampêga asêt’ mênêcmênt’ Armênîya” ij encamê sêmehîyê r’azîne. Bal ya pêþin ij dema e’frandinê h’etanî xilazîya meha adarê k’aranîn gihîþtîye ij 6,7-a 7 selefa, bal ya döda- weke ij 6,9 7,6%-a. Isa jî sistbûna têmpê qîmetzêdebûnê k’omek daye hebûna k’aranînê- ij “Amûndî Akba asêt’ mênêcmênt’”-ê didne k’ivþê, wekî vê demê 421 h’ezar t’evbûyê wê hene.

Hrayr Aslanyan

Dewsgirtîyê serwêrê hevaltîya “Amûndî-Akba asêt’ mênêcmênt’”-êyî îcrakirinê, serwêrê fonda

“Bi h’alê meha îsaline adarê fondada, k’îjan hindava meda têne serwêrîkirinê, weke 321 mlrd dram mecal hene, saxî serê salêda, h’erke em dîna xwe bidnê, nav van 3 meha 10%-a zêdetir zêdebûye yan bi weke 30 mlrd drama, ij wî 30-î 10 jî k’îsî k’aranînê bûye”.

“Sê-kvadrat ampêga asêt’ mênêcmênt’ Armênîa” serwêrtîyê cema 344 h’ezar t’evbûya dike- t’omerî 309 mlrd dram. Ij hevaltîyê didne k’ivþê, wekî qelsbûna par qeydbûyî bi t’aybetî t’ecdîdbûye.

Pêtros Margaryan

Serwêrê fondê hevaltîya “Sê-kvadrat ampêga asêt’ mênêcmênt’ Armênîya”-ê

“Em pirsqisê xweda t’imê didne k’ivþê, wekî k’ardarîya serwêrîkirina li fonda gere horîzona we’dedirêjda t’emaþekin, paþê seveva h’eyecanbûnê t’ine… lerzê we’dekin dikarin biwek’ilin”.

9 mehê sala 2022-a h’alê dinîyasîasîyêva girêdayî, qîmetê borcbilêt û p’arbilêtê çawa ecnebî, isa jî cî kêmbûne, isa jî nisbetî valyûtayê dram bihabibû, k’îjanê gîhandibû k’aranîna fondaye neyênî, her t’enê sêmehîya 4-ada îht’îmalbû cîlipata meye erênî heve.

Benka CE-e merk’ezîyê

“Nav sala 2022-a k’aranîna neyênî fondê bawerbike t’emamîya welataye pênsîyayêda hatîye tênivîsarê. Xeysetê wê ê we’delîye, çimkî cêr’ibandin dide k’ivþê, wekî pey qelsbûnêr’a p’arê  we’deye t’ecdîdbûnêye diha dirêj tên. Mesele- wexta lerza sûkê sala 2014-aye valyûtayê, koronavîrûsa 2020-î dîsa k’aranîna neyênî hatîye tênivîsarê, lê we’dekî kin þönda bahê p’arê fonda t’ecdîdbûye.

Vê r’êformêda mêxanîzmê r’ast hatne danînê, k’îjan e’k’sît’ak’êþîyê hevdö dikin, xebîr didne bawerkirinê. Bi gilîyê Karên Zak’aryanê fînansîst- k’aranîna neyênîye 2022-a tênivîsî dengvedana mezin dît, û bajar’vanê p’ir’hejmar destpêkirin bi fonda balkêþvin.

Karên Zak’aryan

Fînansîst

Meriv hila hê t’eze destpêdikin serwextvin, wekî eva r’astîyê  cema wane, wekî cemê wane danî bi delîlî k’aranîna ÿp’êce bilind ewledikin, bi h’esavhildana, wekî isa jî dewlet vê yekê h’emfînansdike û meþêda emê destpêkin idî dîna xwe bidnê, bivînin, wekî fondê baþqe-baþqe hene, bi töriþkirinê baþqe-baþqe, k’îjan k’aranîna baþqe-baþqe ewledikin”.

Ij “Amûndî Akba”-ê didne k’ivþê, wekî himberî salê berîn r’ik’inkirinê valyûtayê kêmkirine,  k’îjanê töriþkirinê neyênîye ij hatina valyûtayêye þewiþandinê pêþdhatî milahîmkirîye. Weke 72%-ê mecalê hevaltî serwêrtîyê lê dike, Ermenîstanêda r’ik’inbûyîye, isa jî p’ara malhebûnêye döristda.

Hrayr Aslanyan

Dewsgirtîyê serwêrê hevaltîya “Amûndî-Akba asêt’ mênêcmênt’”-êyî îcrakirinê, serwêrê fonda

“Ew borcbilêtê korporatîvin, borcbilêtê dîwanîne, anemetin û p’ara döristda r’ik’inkirina meye berç’e’v heye- þexsî p’art’evbûnê û  gele hevaltîyê meva e’anda r’ik’inkirinê p’ara döriste berç’e’vda ê meye nek’ese hene, lê 28%-ê mayîn ew r’ik’inkirinê ecnebîne, k’îjan t’emamîya dinîyayêda r’ik’inbûyîne, bi valyûtayê baþqe-baþqe, p’arê dinîyayêye baþqe-baþqeda, k’îjan jî dîvêrsîfîkasîya fondê meye pênsîyayê ewledike”.

“Sê Kvadrat Ampêgayê” 70%-ê cema t’omerî Ermenîstanêda r’ik’inkirîye, ew jî p’ara malhebûnêye döristda r’ik’inkirina mîaserdikin. Serwêrê fondê hevaltîyê paþda vedger’e ser pirsê, k’a pêþer’ojêda meriv pênsîyayê bi çi þaxî wê bistînin?, û  gelo þêmîka we’dê e’mrê konkrêt têr’adîtîye?

Pêtros Margaryan

Serwêrê fondê hevaltîya “Sê-kvadrat ampêga asêt’ mênêcmênt’ Armênîya”-ê

“Çaxê t’evbûyê ösûla pênsîyayê digihîje e’mrê xweyî pênsîyayê, çend þaxê wîye stendina wê cemê hene- yekpel, bi berne’mê û bi anûîtêtê.  Mecala h’îmlî ew anûîtête û her t’evbûyek gere t’ev hevaltîya ewlenivîsara e’mre mîaserdike þertne’mê morke û wê delîvêda pênsîya wî wê p’areveyî edakirinê bi mehave, lê, h’erke isave, wekî ew cem  wa gotî xilazve û meriv hila hê nemirîye, wê delîvêda töriþkirinê hevaltîya ewlenivîsar dik’þîne, û ew gere bidûmîne, hilbet, edakirina bike”.

Pêþtirî van, bajar’vanê isa jî pênsîya xweye h’îmlî bistîne- serwêrê fondê “Akba Amûndî”-ê binxetdike. Lê, wê çive, h’erke kes h’etanî 63 salîyê yan çend sala pey  derbazbûna li pênsîyayêr’a bemire?

Hrayr Aslanyan

Dewsgirtîyê serwêrê hevaltîya “Amûndî-Akba asêt’ mênêcmênt’”-êyî îcrakirinê, serwêrê fonda

“Bi p’ara mîrat’ê, h’erke kes h’etanî 63 salîyê dimire, seranser tê mîrat’hhiþtinê, pey 63-ar’a dö cûr’e anûîtêtê hevin- 5 sala û 10 sala, k’îjan hindava mîrat’xörê kesda stendina mecalê dê-bavê xwe ij 63-a 68 yan ij 63-a 73-salîyêdla wê k’efîlke”.

Çapa eda e’seyî civandinê  10%-ê k’arê kese e’sasîye, k’îjanê bajar’vn û  dewlet berember edadikin, h’erke k’ara bajar’van 500 h’ezar drama derbaztirnave. Lê, h’erke ew 500 h’ezarî derbaztirdive, vira çapa dewletêye herezêde 25 h’ezar têr’adîtîye, lê t’evbûyî lap zêde dikare h’etanî 87 h’ezar 500 drama edake. Pêtros Margaryan isa jî paþda vedger’e, k’a bajar’van, ê kö îro aylixa ort’e distînin, çiqa pênsîya wê bistînin.

Pêtros Margaryan

Serwêrê fondê hevaltîya “Sê-kvadrat ampêga asêt’ mênêcmênt’ Armênîya”-ê

“Ew meriv, ê kö niha aylixa ort’e distîne- weke 250 h’ezar dram, dikare ç’e’vnihêr’î pênsîya weke ij 130 h’etanî 140 h’ezar dramave, k’îjan bi k’ir’înkirina îroye. Hilbet, texmîn hene, mesele- 4% qêmetzêdebûn, 7% k’aranîna fonêdaye dayîme salewextê, lê dîmen eve”.

Karên Zak’aryanê fînansîst tîne bîr- bi cûr’ê baþqe-baþqe îht’îmale dîna xwe bidine mecalê pênsîaêye wê demê mewcûd, isa jî serwêr bigöhêzin û  qirarkin, k’a k’îjan fonda k’arê, p’arastinê, isa jî bêt’ak’êþî fesale. Herdö serwêr jî vê demê p’ayê p’ir’ê fonda p’arastinêda r’ik’inkirine.

Karên Zak’aryan

Fînansîst

“Em wê p’evgirêlanê gere t’imê pêþda bivin,  nav we’de ew medenyetê þaxvede, merivê destpêkin diha zêde derda bên, dîna xwe bidne lipat û bermayîna h’esavê xweyî pênsîyayê. Mesele- îro mecalê p’ir’hejmar hene,  benkê p’irh’ejmar r’exp’arê xweye mobaylda didin, hûn dikarin bik’evinê û bivînin”.

H’erke sûkê h’emdinîyayêda forsmajor t’inevin, vê demê têmpa heyî delîva xweykirina her sêmehîkêda k’aranîna fondaye salewextê wê bigihîje 13,6%-a.  K’arxwezê ösûla ij sala 2014-a e’melkirinêye pêþin wê ê sala 1974-a r’ûdinêk’etîvin û ij sala 20327-a wê pênsîyayê bistînin.

Nîkolay Avêtîsyan, Hovhannês K’yosêyan, salix, sûlix

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button