All NewsTop

“Heger sînorê Tirkiye-Ermenîstanê vebe, wê ji aliyê serokomarê nû were vekirinê”. Arîs Nalcî

Ev hevpeyvîn bi Arîs Nalcî re hatiye kirin ku sernivîskarê Rojnameya Agosê ye û niha jî qunciknivîsê Rojnameya Arti-Real e.

Di çarçoveya pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de hatiye destpêkirin de wê alî nakokiyên xwe yên derbarê Qirkirina Ermeniyan de çawa çareser bikin? Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Di dawiyê de, her çend her du welat cîran, dost an dijmin bin jî, dibe ku sînorên wan vekirî bimînin. Tevî pirsgirêkên bi salan di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de berdewam dikin, di navbera her du welatan de têkiliyên dîplomatîk hene. Li ser vê nimûneyê em dikarin bifikirin ku di pêvajoya asayîbûnê ya heyî de jenosîd li ser maseyê nîne. Lê dema ku roj hat û Tirkiye bixwaze li ser maseyê bisekine yan jî bireve, teqez wê bi mijara qirkirinê ve girêbide.

– Siyaseta niha ya Tirkiyeyê ya li hemberî dîasporaya Ermeniyan bandoreke çawa li pêvajoya asayîbûnê dike?

– Ev bi rastî jî nîşan dide ku Tirkiye têkiliyên xwe yên bi cîrana xwe Ermenîstanê re û têkiliyên xwe yên bi dîasporayê re ji hev vediqetîne. Tirkiye bi derxistina pêşnûmeqanûnên Qirkirina Ermeniyan dixwaze dîasporayê weke avahiyeke revanşîst nîşan bide. Lê têkoşîna adil a ermeniyên dîasporayê wê vê yekê pûç bike. Divê dîaspora di pêvajoya asayîbûnê de roleke nermtir bilîze. Di dawiyê de, pêvajo di navbera du dewletan de pêk tê. Van dewletan burokrasiya xwe û fonksiyonên xwe hene. Diyaspora gel e. Ez gelê Ermenî û dewletê di mijara qirkirinê de ji hev vediqetînim. Dewlet amûrek e, gel jî zindî ne. Dibe ku gelek kes bi dîtina min razî nebin. Lê ez difikirim ku dewleta Ermenîstanê ji bo parastina berjewendiyên gelê Ermenî heye. Ev jî bi rêya danîna peywendiyan bi welatên cîran re, tevî ku îro dijmin in. Ji aliyê din ve, diyaspora ji nifûsa Ermeniyan zêdetir e ku ermenî wek dewlet dibînin. Ger îro li cîhanê 11 milyon ermenî hebin, ji wan tenê 3 milyon li Ermenîstanê ne. Diyaspora jî bi vê yekê dizane û divê weke mekanîzmayeke ser-dewletî tevbigere. Ev nîşan dide ku daxwaza wî ya naskirina qirkirinê maqûl û rewa ye.

Dewleta Tirk a ku bikaribe vê cudahiyê di pêvajoya asayîbûnê de bike, wê hêsantir pêş bikeve. Dîplomasiya Tirkiyê vê yekê baş dizane. Lê bi qasî ku dixwaze bibîne û bizane. Herî dawî ger ku ev pêvajo were qutkirin wê ji ber Tirkiyeyê be.

– Di sala 2023an de Ermenistan û Tirkiyê bi daxuyaniyên xwe yên bilind behsa vekirina deriyê sînor kirin. Dibe ku îsal ti guhertin li ser sînorê her du welatan çêbibin?

– Tirkiye niha di pêvajoya hilbijartinê de ye. Di vê pêvajoyê de her gavavêtina hikûmeta Êrdogan bi rastî mîraseke ku wê ji hikûmeta pêş re bê hiştin. Bi dîtina min, pêvajoya vekirina sînor bi temamkirina prosedurên burokratîk, bêyî hikûmetê dikare bimeşe. Yanî dewlet û burokrasî dikarin vî karî bimeşînin. Lê belê Tirkiye di van gotinan de çiqas samîmî bû? Em ê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê vê yekê bibînin. Ji ber ku ger sînor bê vekirin dê Serokkomarê nû hilbijartî bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button