PoliticsTop

Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê derbarê danîna 8 şertên pêşwext ên alye Azerbaycanê bo Ermenistanê

Berdevka Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve bersiva pirsa radio “Lyberty” da. “Nûnerê daîmî yê Azerbaycanê li Neteweyên Yekbûyî vê dawiyê 8 şertên pêşwext danîne, ku di nav wan de vekişîna leşkerên Ermenîstanê ji Qerebaxê, azadkirina 8 gundên Azerbaycanê yên dagirkirî, dev berdan ji îdiayên axê yên li dijî Azerbaycanê, ku divê Ermenîstan pêk bîne, ji bo têkiliyên bi Azerbaycanê re çêtir bike. Di vê derbarê de hûn çi dibêjin?”

Berdevkê Wezareta Karên Derve bersiva pirsê da:“Berî her tiştî divê bê zanîn ku axaftin û daxwazên sexte yên aliyê Azerbaycanê roj bi roj diguherin û ne tenê ji bo Komara Ermenîstanê, lê ji bo tevahiya civaka navneteweyî zehmet e ku spekulasyonên aliyê Azerbaycanê bişopînin.

Mînaka tiştên ku hatin gotin, axaftina Azerbeycanê ya li ser girtina Korîdora Laçînê ye. Ji 12ê Kanûna sala borî ve, Azerbaycanê cara pêşê ragihand, ku korîdor nayê girtin, piştre korîdor ji aliyê bi navê “çalakvanên jîngehparêz” ve hat girtin, piştre jî dema ku hat ragihandin ku madenê navborî xebatên xwe rawestandiye, ewan xwestin, ku wesayîtên Xaça Sor û barên mirovahî yên di korîdorê re derbas dibin kontrol bikin. Dûv re, van kiryaran bi veguheztina xeyalî ya mayînan dest pê kir, ku rewa bibin. Paşê piştî biryara Dadgeha Navdewletî dîsa dest bi ragihandina vekirina korîdor kirin. Jixwe di 23ê Nîsanê de , bi avêtina gavên ji bo danîna nuqteya kontrolê li korîdora Laçînê, ku binpêkirina danezana sê alî ya 9’ê Çiriya Paşina 2020’an e, armanca rastîn a qonaxa, ku bi mehan li ser asta dewletê hatiye organîzekirin, nîşan dan.

Em vegerin ser pirsa eslî, divê bê bilêvkirin, ku hêzên çekdar yên komara Ermenîstanê xizmeta xwe bi tenê li herêmên serwerî yên Komara Ermenîstanê dikin. Tê zanîn, ku ji salên 1990î ve, ji bo parastina li hember êrişên ku ji aliyê Azerbaycanê ve tên kirin û ji bo pêşîgirtina li tundûtûjiya girseyî ya li dijî xelkê sivîl ên Qerebaxê, ermeniyên Artsaxê artêşeke parastinê ava kirin, ku îro jî xizmeta xwe dike.

Di derbarê heşt gundên, divê were zanîn ku di salên 1990î de Azerbaycanê zeviyên çandiniyê yên gundên Artswaşen, Vazaşen û Aygehovît yên herêma Tavûşê, 70%ê zeviyên gundên Berkaber û Paravakarê dagir kirine. Piştî şerê 44 rojan, di encama êrîşan nu de 150 kîlometre çargoşe xaka din bi dest xist. Ecêb e ku dagirkirina herêmên ji aliyê Ermenîstanê ve ji aliyê rayedarên welatekî ve tê nîqaşkirin, ku serkirdayetiya wê ya herî bilind, bi eşkereyî îddîayên axê li ser herêmên serweriya Ermenîstanê pêşkêş dike, carinan jî radigihîne, ku sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de tune ye, ji ber vê yekê ew nayê binpêkirin.

Ermenîstan di wê baweriyê de ye ku çareserkirina hemû pirsgirêkan tenê bi diyalogeke çêker mimkun e û siyaseta ku Azerbaycanê dimeşîne jî bi awayekî eşkere tevkariyê li kêmkirina rageşiyê û pêkanîna aştiyê li herêmê nake.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button