PoliticsTop

Êrîvan ji bo berfirehkirina şiyanên mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê pêşniyar dike

Êrîvan ji bo berfirehkirina şiyanên mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê pêşniyar dike.

Sekreterê Konseya Ewlekaryê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan li bajarê Jermukê bi rojnamevanan re axivî.

Li gor wî hejmara çavdêran têra çavdêriya sînorên navneteweyî yên Ermenîstan û Azerbaycanê nake. “Em ji hemû hevkarên xwe re pêşniyar dikin ku hem hejmara kesan hem jî kapasîteyên din zêde bikin da ku çavdêr karibin çavdêriya rasttir bikin:” Grîgoryan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button