All NewsTop

“Min li hêviya şampiyoniyek baş bû, lê min hêvî nedikir ku ew qas baş be.” Serokê Federasyona Girangiriyê ya Ewropayê Antonîo Konflîtî

Serokatîya fêdêrasîyona Avropayê, ya sporta giranîbilindkirinê bi hijmekarî derheqa pêkanîna pêşbirka li Yêrêvanê û dereca teşkîldarîya wêda xeberdane.

Serokê fêdêrasîyonê Antonîo Konflît, bi tomerîkirina pêşbirka Avropayê gotîye, wekî xêncî xebata teşkîldarîye bê kêmasî, cimeta li komplêksa sportêye ser navê Karên Dêmîrçyan tehsîra xwe li ser wî hiştîye.

“Hemû rojên pêşbirkê gelekî baş bû, lê roja dawî bi rastî fantastîkî bû.Cimet gelek bû, trîbûna tijî bibûn, cîhê vala tunebûn. Ew yek bona pêşbirkê gelekî girîng bû. Ez firnax dibim, wekî fêdêrasîyona Avropayê tevî Ermenîstanê da kifşê, wekî dikare pêşbirka diha baş teşkîl bike. Hinek dibêjin,wekî ev lîstik li ser dereca lîstikên olîmpîyê bûn, çimkî baş hatine teşkîlkirinê”,- serokê fêdêrasîyona Avropayê gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo mecala Ermenîstanê wê hebe ku pêşbirka wî cûreyî teşkîlkin, Konflît gotîye: “Belê, em dixebitin ku pêşbirkeke mezin jî li Ermenîstanê teşkîlkin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button