Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josêp Borêl diyar kir ku pêwîste maf û ewlekariya Ermeniyên ku li Artsaxê dijîn bên misogerkirin. Wî li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya Twitterê de nivîsî û rewşa Azerbaycanê derbarê danîna xaleke kontrolê de nirxand.
Borêl di nivîsa xwe de wiha got: “Danîna yekalî ya xala kontrolê ya Azerbaycanê li Korîdora Laçînê berovajî bangên YEyê yên ji bo kêmkirina rageşiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ye.”