All NewsTop

Çi garantî hene ku Azerbaycan peymana aştiyê ya muhtemel binpê neke? Bersiva Marûkyan li ser bangên civaka navneteweyî

Balyozê Karên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan, bal kişand ser bangên civaka navneteweyî yên ji bo peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de û diyar kir ku bi gumana Azerbaycan bendên peymana aştiyê ya muhtemel dişopîne.

Marûkyan gumanên xwe bi wê yekê îsbat dike ku Azerbaycan bi berdewamî deklerasyona sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an binpê dike û herî dawî jî careke din bi awayekî hovane beyannameya sê alî binpê dike, li korîdora Laçînê xaleke kontrolê ava kiriye. Marûkyan vê pirsê tîne ziman ku gelo welatên ku banga aştiyê dikin, amade ne ku garantiya pêkanîna peymaneke muhtemel a Azerbeycanê bidin?

Azerbeycanê bi binpêkirina daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an, li korîdora Laçînê nuqteyeke kontrolê ava kir. Di vê derbarê de hevserokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê, DYA, Fransa û Rûsya û YE’yê dilgiraniya xwe anîne ziman. Di vê derbarê de hevserokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê, DYA, Fransa û Rûsya û YE’yê dilgiraniya xwe anîn ziman.

Li vir pirsek girîng derdikeve holê. Eger Azerbaycan bi berdewamî daxuyaniya 9ê  çirîa paşin  2020an binpê bike, wê demê Ermenistan çi garantî heye ku Azerbaycan peymana aştiyê ya ku tê îmzekirin binpê neke?

Gelo heman endamên civaka navneteweyî, DYA, Fransa, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê, amade ne ku garantiya pêkanîna peymana aştiyê ya ku bi Azerbeycanê re were danîn, bikin? – Marûkyan li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button