All NewsTop

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, çalakiyên Azerbaycanê yên li Korîdora Laçînê dişopîne

Nûçegihanê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), Parlamenterê Îrlandayê Pol Gavan diyar kir. ku ewê seredana Ermenîstan û Azerbaycanê bike ji bo amadekirina raporeke bêalî li ser rewşa Korîdora Laçîn. Li ser danîna xaleke kontrolê ya Azerbaycanê li destpêka Korîdora Laçînê di 23ê Nîsanê de şîrove kirîe.

  Gavan diyar kirîe. “Ev kiryara yekalî ya Azerbaycanê di çarçoveya astengkirina derbasbûna bê asteng a Korîdora Laçîn de ku ji 12ê Kanûna 2022an vir ve tekane rêya ragihandinê ya navbera Herêma Qerebaxê û Ermenîstanê ye û li hember zêdebûna rageşiyê pêk tê. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê vê rewşê ji nêz ve dişopîne.”

Wî bal kişand ser wê yekê ku “azarên xelkê Qerebaxaê û kirîza giran a mirovî ya ku ji ber dorpêçkirinê li wir rû dide, ji berê ve hatine belgekirinê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button