All NewsTop

Gelê Ermenî bi xetereya qirkirineke nû re rû bi rû ye. Daxuyaniya Wezareta Derve ya Artsaxê

Piştî tawanên hovane yên sala 1915’an zêdetirî sed salî gelê Ermenî careke din bi xetereya qirkirineke nû re rû bi rû ye. Ev yek di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Artsaxê de ku bi helkefta 108emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan hatiye dayîn, hatiye tekezkirinê.

“Di 24’ê Nîsanê de Ermeniyên li çar aliyê cîhanê zêdetirî 1,5 mîlyon qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan a li Împaratoriya Osmanî pêk hatin bibîr tînin. Di salên 1915-1923’an de Tirkên Ciwan û hukûmeta kemalîst di çend qonaxan de hovîtî û sirgûnkirina Ermeniyan pêk anîn. Qirkirina Ermeniyan beşek ji siyaseta panturkîst a ku ji aliyê serokatiya Împaratoriya Osmanî ve dihat meşandin bû, ku ji bo dagirkirina herêmên nû bi komkujî, tirkkirin an jî bi zorê bicihkirina ermeniyên xirîstiyan ên xwecihî pêk dihat.

Nebûna pêşîlêgirtina Qirkirina yekem a sedsala 20-an û bêceza kirina wê, mixabin, piştre bû sedema jenosîdên nû. Îro jî, piştî sedsalekê li ser vî sûcê hovane, gelê Ermenî dîsa bi xetereya Qirkirineke nû re rû bi rû maye. Rejîma otorîter a Azerbaycanê ku Tirkiye destek dike, li dijî Ermeniyan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Belgeya zelal a vê yekê piştgirî û beşdariya rasterast a Tirkiyê ye di êrîşa leşkerî ya ku Azerbaycanê di Îlona 2020an de li dijî Artsaxê pêk anî. Di şerê êrîşkar yê 44 rojî de, beşeke berçav ji xaka Komara Artsaxê hatibû dagîrkirin, tawan û binpêkirinên mezin ji yasayên mirovî yên navdewletî hatin kirin, ji wan kuştinên hovane yên sivîl û dîlên şer, heta serjêkirina wan.

Azerbaycan di berdewamiya planên xwe yên paqijkirina etnîkî ya Artsaxê de, ev zêdetirî 4 mehan e ku 120 hezar rûniştevanên Artsaxê dorpêç kiriye û wan dixe ber dubendiyekê: Ji holê rakirin an neçarkirin ku welatê xwe biterikînin. Di heman demê de, Azerbaycan ji bo pêşxistina siyaseta xwe ya qirkirinê, li pêşberî civaka navneteweyî û di atmosfereke bêcezakirin û destûrdayînê de bi her awayî binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Artsaxê didomîne.

Piştî Komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an, civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina li qirkirin û binpêkirinên mezin ên mafên mirovan, ji bo pêşîgirtina li dûbarebûna wan, xwe bi cih anî û amûrên guncaw pêşxist. Îro pêwîst e Encumena Asayişa Navdewletî vê amûrê bi kar bîne da ku rê li ber wêrankirina gelê Kurdistanê bigre û mafên wan ên bingehîn biparêze.

Careke din bi rêzgirtina bîranîna şehîdên pîroz ên Qirkirina Ermeniyan, em soza xwe ya ji bo têkoşîna ji bo vegerandina edaleta dîrokî dubare dikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button