All NewsTop

Ermeniyên li Qerebaxê dijîn bi xetereya qirkirina etnîkî re rû bi rû ne. Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê di sersala Qirkirina Ermeniyan de

Naskirina navneteweyî ya jenosîdê armanc dike ku paşê  dubarebûna tawanên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê li her quncikekî din ê cîhanê bigire. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê ya bi munasebeta 108. salvegera Qirkirina Ermeniyan de ev tişt hatîe gotinê.

“Di 24’ê Nîsanê de gelê Ermenî li çar aliyê cîhanê şehîdên Komkujiya Ermeniyan a ku di destpêka sedsala 20’an de li Împaratoriya Osmanî pêk hat bibîr tînin.

Di encama vê sûcê plankirî û nedîtî yê li dijî mirovahiyê de, di navbera salên 1915 û 1923’an de 1,5 milyon Ermenî hatin qetilkirin, bi sed hezaran rastî şîdet û sirgûnkirina bi darê zorê hatin, îmkana parastina nasnameya xwe li welatê xwe ji dest wan hat girtin. Ev qirkirin ku  hat kirinê ber  jimetekî ji ber wê wekî ewna ermenîne, paşê bû bingehê danasîna sûcê qirkirinê û di peymana navneteweyî ya “Pêşîlêgirtin û Cezakirina Jenosîdê” de cih girt.

Piştî zêdetir ji sedsalekê, dikare were tomar kirin ku hevgirtina civaka navdewletî di mehkûmkirin û naskirina tawana jenosîdê de naskirina Jenosîda Ermeniyan e ji aliyê nêzîkî sê deh welatan ve li ser asta dewletê û herwiha wergirtina biryar û daxuyaniyên pêwendîdar. Ji aliyê gelek sazî û dezgehên navneteweyî ve, UNê bi yekdengî biryarên “Pêşîlêgirtina Jenosîdê” ku ji aliyê Ermenîstanê ve di nava konseya mafên mirovan de hatiye nivîsandin.

Naskirina navneteweyî ya Qirkirina Ermeniyan bi mebesta rêgirtin li dûbarebûna tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê li her quncikekî din ê cîhanê ye, tevî metirsiya paqijkirina etnîkî ya nû. Xemgînî, tolerans û bêcezakirin îmkana kirina sûcekî nû yê komî.

Mixabin îro jî wek sedsalek berê xetera jenosîdê li deverên cuda yên cîhanê xuya ye. Îro Ermeniyên li Qerebaxê dijîn bi xetereya qirkirin û qirkirina etnîkî re rû bi rû ne. Siyaseta êrîşkar a berdewam a Azerbaycanê ya li hember gelê Qerebaxê, gotinên dijî Ermenîstanê, kirinên ku dixwazin wan ji welatê xwe bêpar bikin, şopa ermeniyan ji holê rakin, ji diyardeya niyeta jenosîdê wêdetir ne.

Em îro careke din serê xwe li ber bîranîna şehîdên Qirkirina Ermeniyan ditewînin û ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê bûne têkoşerên herî pêş, em soza xwe ya ji bo edalet, naskirina heqîqetê, pêşîgirtina li qirkirin û sûcên nû dubare dikin. li dijî mirovahiyê û têkoşîna li dijî cudakarî û bêtehamuliya li ser bingehên neteweyî, olî û nijadî.” – di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê de hatîe diyarkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button