PoliticsTop

Pirsa Qarabaxê karê navxweyî yen Azerbaycanê nîne: Êdmon Marukyan

Balyozê Peywirên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marukyan serî li raya giştî ya navneteweyî da û xwest, ku xebatên ji bo avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo garantîkirina maf û ewlehiya Ermenîyên Qerebaxê bidomînin. Marukyan li ser rûpela xwe ya fermî ya “Twitter”ê li ser vê yekê nivîsî.

“Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev bi berdewamî tekez dike, ku pirsa Qerebaxê pirseke navxweyî ye û ew bi ti kesî re gotûbêjê nakin. Ez careke din bi bîr tînim, ku 3 welatên endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi ti pirsgirêkeke navxweyî re mijûl nebûne. Hevserokên Koma Mînskê ya OSCE, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa bi dehan sal in li ser vê mijarê muzakere dikin. Niha YE jî di vê mijarê de ye. Lewma pirsa Qarabaxê karê navxweyî yen Azerbaycanê nîne:” wî tekez kir.

Marukyan bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn zêdetirî 70 sal in maf û azadiyên bingehîn weke karê navxweyî nayên dîtin, ji ber ku civaka navneteweyî ji şerê wêranker ê cîhanê ders girtiye û destûr nayê dayîn, ku ti dîktator û lîderekî bijarte yê demokratîk mafên mirovan binpê bike.

“Gelê Qerebaxê bi xetereya paqijiya etnîkî re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê, her wiha di navbera nûnerên fermî yên Azerbaycanê û Qerebaxê de ji bo avakirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo garantîkirina maf û ewlehiya Ermenîyên Qerebaxê xebatên xwe bidomîne:” nivîsî Êdmon Marukyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button