
Parêzvana mafên mirovana Komara Ermenîstanê Anahît Manasyan sala nû li civaka Êzidî pîroz kir.
“Nûnerên hêja yên civaka Êzidî li Ermenîstanê,
Bi minasebeta sersala we ji dil û can pîroz dikim.
Bila ev sala nû ji bo êzdiyên li Ermenîstanê dijîn bibe sala aştî û bextewariyê.
Ez keda civaka Êzdiyên Ermenîstanê ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina welatê me bilind dinirxînim.
Ez tekezî li ser garantîkirina mafên kesên ku hindikahiyên netewî ne ji bo parastina nasnameya xwe ya netewî û etnîkî, parastin û pêşxistina kevneşopî, ol, ziman û çanda xwe dikin. Ji ber vê yekê, girîng e ku em hemî hewldanên xwe bikin yek, di temînkirin û parastina mafên hindikahiyên netewî de li welatê me de.”