PoliticsTop

Li Bakûyê 33 welatiyên Ermenîstanê dîl girtine

Di rapora “Li ser encam û pêşkeftina bernameya 2022an a Hikûmeta Ermenîstanê” hat destnîşankirin, ku li Azerbaycan 33 welatiyên Ermenîstanê dîl girtî dimînin.

Li gor vê raporê, Komara Ermenîstanê hewl dide li hemû dadgehên navneteweyî, ji wan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, pirsgirêka vegerandina kesên, ku bi awayekî neqanûnî hatine binçavkirin, çareser bike. Di sala 2022an de 31 hemwelatî dikarin vegerin Ermenîstanê.

Her wiha di têkiliyên navbera Bakû û Êrîvanê de mijara windayan yek ji mijarên herî girîng e. “Cihê 975 welatiyên Ermenîstanê ne diyar e. 777 ji wan ji şerê Karabaxê yê pêşê, 196 ji şerê 44 rojî û 2 kesên din jî piştî êrîşa Îlona 2022-an wenda têne hesibandin. Ermenîstan bi berdewamî bûyerên windakirina bi zorê, îşkencekirina girtiyan û bêrêzkirina leşkerên mirî eşkere dike:” di belgeyê de hat gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button