SportTop

Her tişt pir xweş organîze kirîye, pê standardê olîmpîyadan: Rahênerê tîma giranîbilindkirinê ya Fransayê der barê Şampiyoniya Êrîvanê de

Tîma giranîbilindkirinê ya Fransayê ku van rojan li Êrîvanê beşdarî şampiyoniya giranîbilindkirinê ya Ewropayê dibe, li paytexta Ermenîstanê pêşwazî li mêvandariya germ kir. Arno Ferrarî, serokê tîma giranîbilindkirinê ya Fransayê jî asta organîzekirina şampiyoniya Êrîvanê bilind dinirxîne.

Di axaftina xwe ya li gel Armenpressê de diyar dike ku Ermenistan di qada giranîbilindkirinê de welatekî navdar e û nêrîna xwe anî ziman ku li Ermenîstanê giranîbilindkirin spora yekem e. “Em cara pêşêne li Ermenîstanê ne. Ji ber ku li Ermenîstanê giranîbilindkirinê li Ermenîstanê spora yekem e em gelekî kêfxweş in. Me mêvanperweriyek pir germ stand, her tişt li gorî standarda olîmpiyadê pir xweş organîze ye,” serokê tîmê fransî got.

Li gor Ferrarî, endamên şanda Fransî li Êrîvanê xwe pir baş hîs dikin û ji ber derfeta dîtina Ermenîstanê kêfxweş in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button