SportTop

Ev şampiyoniya herî baş e ku min dîtiye: Serokê federasyona giranîbilindkirinê ya Ewropayê

Serokê Federasyona giranîbilindkirinê ya Ewropayê Antonîo Konflîtî di axaftina xwe ya bi Radyoya Giştî re got, ev şampiyoniya herî baş a ku ew dîtiye ev e û diyar kir, ku Ermenîstan amade ye mazûvaniya Şampiyoniya Cîhanê ya 2024an bike.

“Cihê şampiyoniyan hebûn, lê di şampiyoniyên din de organîzasyonek wiha nayê bîra min. Ez difikirim, ku ev şampiyoniya herî baş e, ku min dîtiye. Ji ber vî karî ez spasiya Hikûmeta Ermenîstanê û Federasyona Girangiriyê dikim.”

Li gorî serokê Federasyona giranîbilindkirinê ya Ewropayê, şansê, ku di salekê de li Êrîvanê şampiyoniya cîhanê were derbaskirin , zêde ye. Ermenîstanê tevî çar welatên din ji bo mazûvaniya Şampiyoniya Cîhanê ya 2024’an giranîbilindkirinê pêşkêş kir. Serokê Federasyona Ewrûpayê wiha got: “Li gor min şansên mezin ên Ermenîstanê hene ku bi ser bikeve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button